Li Çewlîgê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, di êrişeke çekdarî de kesek hat kuştin.

Bûyer li xaçerêya zanîngehê ya li ser rêya sereke ya Çewlîg û Xarpêtê qewimî.

Hat ragihandin ku ji nava otomobîlekê gule li O.Hyê 26 salî hatin reşandin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Li nexweşxaneyê mir

Tîmên tenduristiyê O.H. bir Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.

Tevî hemû midaxeleyên bijîşkan O.H. mir.

Tîmên Asayîşê ji bo girtina gumanbar an gumanbarên ku reviyane dest bi xebatê kir.