Li Xarpêtê erdhej çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Baskîlê ya parêzgeha Xarpêta ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,7 pileyan erdhejek çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Baskîlê ya Xarpêtê erdhej çêbû.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 20:27an çêbûye û hêza wê 4,7 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 9,85 kîlometre bûye.
Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.