Dêrsim (Rûdaw)- Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê di vê mehê de xelkê bajêr û bi taybetî elewî 3 rojan rojî digirin û serdana Xizir dikin.
Li dêrsimê rojiya Xizir dest pê kir. Dêrsimiyên ku li ser rêya heq in di hefteya dawî ya meha Çile û herdu hefteyên yekem ên meha Sibatê de, di roja sêşem, çarşem û pênçşemê rojiya Xizir digirin.
Bawermend rojî digirin û di hundirê wan 3 rojan de û bi taybetî di roja çarşemê de serdana gola Xizir dikin û di çarşema dawiyê de bangî xwedê dikin.
Herwiha xort û keçên ku dixwazin miradê xwe di xwena xwe de bibînin di roja dawî de piştî fitarê avê venaxwin û wê şevê kî avê bide wan kesan ewê bi hev re bizewicin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse