Li 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê rêya 166 gundan hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li  parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e û bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan dike. Li parêzgehên Erzerom, Erzîngan, Îdirê, Semsûr û Mûşê ji ber berf û pûkê rêya 166 gund û navçeyan hat girtin. Li herêmê ev demeke berf dibare û ji ber mij, keş û hewaya xirab û barîna zêde ya berfê çûn û hatin zehmet bûye.

Îdareya Taybet a Bajarê Erzeromê ragihand ku ji ber berfa zêde rêya 80 gund û gundikan hatiye girtin û tîmên şaredariyê bi makîneyên kar û karmendan bi armanca vekirina rêyan li ser kar û xebatên xwe berdewam in.

Herwiha bi heman sedemê li Erzînganê rêya 28 û li Îdirê jî rêya 2 gund û gundikan hatiye girtin. Aliyên peywendîdar ji ber egerên çêbûna bûyerên trafîkê û metirsiya aşûtê berdewam hişyariyê didin welatiyan ku ji xeynî rewşên awarte zêde çûn û hatinê nekin.

Li Semsûr ji ber berfê rêya 23 cî û waran girtî ye

Li gor daxuyaniya Îdareya Taybet a Bajêr li Aldûş rêya 13, Serê Golan a yekê û Sîncîkê jî rêya 9 cî û waran ji ber berfê girtî ye.

Serokê Meclisa Giştî ya Bajêr Mehmet Erdogan Can diyar kir ku ji bo vekirina rêyên gund û goman xebat didomin.

Li hinek deverên Mûşê 10 metre berf heye

Li Mûşê ekîb li 10 gund û 23 mezrayên ku rêya wan ji ber berfê hatiye girtin dixebitin ku rê bên vekirin.

Ekîbên Rêveberiya Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr li bajarê ku stûriya berfê hin cihan gihîştiye 10 metreyan ji bo rêyên girtî vekin dixebitin.

Li bajêr zivistan zehmet derbas dibe, berf û bager heye û hin cihan talûkeya şepeyê xuya dike, lê ekîb di nav van şert û mercên zehmet da xebatên xwe didomînin.

Berpirsê tîmê Hakan Çolak jî ragihand ku ew li ser rêya Uçevlerê ya ku rêya 10 gund û 23 mezrayan digihînin hev dixebitin.

Çolak got: "Berf û bager heye û stûriya berfê hin cihan gihîştiye 10 metreyan. Em dê rêyan vekin û xwe bigihînin gundan. Em kîlometreyekê di nav saetekê de vedikin. Ji ber metirsiya aşûtê ekîbên me pir hesas dixebitin."