Ji bo koçberên Rojavayê Kurdistanê tomarkirina navan bo hecê destpê kiriye
Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo koçberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn, tomarkirina navan bo hecê destpêkiriye û dê heta 1ê Adaraê berdewam bike.
Fatima Kamil a 66 salî bi xwe xelka bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye û 8 sale li kampa Kewrgosk dimîne, çar sal e navê xwe li ofîsê tomar dike ji bo cîbicîkirina erkê hecê.
Ji 2019an ve nave xwe tomar dike ji bo çûna hecê, îsal hêviyên wê bi çûnê bihêzinm bi taybet piştî ku Siudiyê îsal mercê temen rakiriye.
Penabera Rojavayê Kurdistanê Fatima Kamil dibêje “Eve çend sal e ez navê xwe tomar dikim ji bo herim hecê. Par hêviyên min bi çûnê hebûn, lê Siudiyê mercê temen destnîşan kir, lewma min nekarî herim. Bi rastî ez gelekî giriyam, lê zarokên min gotin dilgiran nebe, emê te sala bê bişînin.”
Ebdulhelîm û hevjîna xwe jî îsal niya cîbicîkirina erkê hecê hene. Bi gotina wan, piştî pêkanîna jiyana hevjîniyê, ew dixwazin hemû gavan bi hevre bin.
Penaberê Rojavayê Kurdistanê Ebdulhelîm Elî got “Eve 35 sal e ez û hevjîna xwe bihevre ne. Ez dixwazim hemû gavên me bi hevre bin û eve emê bi hevre herin hecê jî û ta mirinê em bihevrene.”
Di sala 2014an de Wezareta Hecê ya Siudiyê dosyeya hecê ji destê Hikûmeta Sûriyê derxist û xist destê Itîlafa Opozisyona Sûriyê. Wan jî ofîsên xwe li zêdetirî 10 welatan vekiriye.
Li Herêma Kurdistanê 2 ofîsên hene. Yek ji wan eve, ku îsal tenê di yekem rojê de nêzîkî 300 nav tomar kirine, piraniya wan kesên temenê wan zêdeyî 65 sala ye.
Serokê grûpa Rîtac El-keba Ebdulîlah keleş ragihand “Tomarkirina navan mehekî berdewam dike û piştî mehekî emê bizanin ka me çend nav tomar kirine û piştre hejmara kesên werin qebûlkirin wê were destnîşankirin. Destpêkê emê kesên temen mezin werbigrin û piştre kesên temenê wan biçûk.
Tomarkirina navan heta 1 Adara 2023an berdewam dike. Her neferek wê nêzîkî 4 hezar dolaran bide.
Îsal Erebistana Siudî mercên xwe ji bo pêşwaziya heciyan sivik kiriye û biryare pêşwaziya 3 milyon kesan bike.
Sala borî Wezareta Hecê ya Erebistana Siudiyê pişka Sûriya bo 10168 kesan destnîşankiribû, lê îsal ew pişke bo 22500 kesan bilind kiriye, wate wê îsal nêzîkî 500 kes bi riya frokxaneya navdewletî ya Hewlêrê seredana Siudiyê bikin û erkê hecê cîbecî bikin.