Devlet Bahçelî: Bila Ocalan bigihe hêviyê û Demîrtaş vegere mala xwe
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî xwest Abdullah Ocalan bigihê mafê hêviyê û Selahattîn Demîrtaş jî bê berdan.
Bahçelî di civîna koma partiya xwe de derbarê pêvajoya çareseriyê û rojeva Tirkiyeyê axivî.
Wî amaje bi mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan kir û got, “Heta ku Anadol bigihe aramiyê, Ocalan bigihe hêviyê, Ahmet (Ahmet Ozer û Ahmet Turk) vegerin meqamê xwe û Demîrtaş vegere mala xwe biryara me zelal e."
Rêberê MHPyê Bahçelî bangî DEM Partiyê kir ku rêzê li Ocalan bigire û wiha domand:
"Ma serkirdayetiya damezirîner a PKKyê ji 27ê Sibata 2025an ve li ser hemû sozên ku dabûn sekinî? Belê sekinî.
Ma wî kir ku rêxistina terorê ya cudaxwaz were fesixkirin û çek werin şewitandin? Belê kir.
Ma banga 27ê Sibatê ji bo PKKyê û hemû pêkhateyên rêxistinê bû ferman? Belê bû.
Madem armanc pêk hat, naxwe erkê me ye ku em ji DEM Partiyê û hemû maşikên rêxistinê bixwazin ku rêzê li serkirdayetiya damezirîner a PKKyê bigirin."
"Hilbijartina pêşwext nakeve rojevê"
Bahçelî bersiva daxwaza hilbijartina pêşwext a Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ji da û got:
"Asêbûna Serokê Giştî yê CHPyê di ezberên hilbijartina pêşwext de û bangên wî yên pûç ên ji bo min ahmeqiya siyasî ye.
Dema hilbijartinê diyar e. Hilbijartina pêşwext bi ti awayî dê neyê rojevê."
Bahçelî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rûdanên li Sûriyeyê û got:
"Hewldana veguhestina rûdanên Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê û provokekirina birayên me yên Kurd bi ti awayî ne bi niyeta baş e.
Anîna cem hev a birayên me yên Kurd û rêxistina YPGyê xefleteke mezin e.
Li Sûriyeyê paradîgmayeke nû û avahiyeke nû çêbûye. Ev rewş armancek e ku dihat çaverêkirin."
"Kurd em bi xwe ne"
Bahçelî destnîşan kir ku ji bo Ereb, Kurd, Tirkmen û gelên din derfetek çêbûye ku di nav yekîtî û biratiyê de bijîn.
Serokê MHPyê amaje bi xwenîşandanên ji bo Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha pê de çû:
"Yên ku nefretê diçînin dê bixesirin, yên ku fitneyê derdixin dê bixesirin, yên ku dixwazin biratiya Tirk û Kurdan xera bikin dê bixesirin.
Tirk yê me ne, Kurd yê me ne. Miletê Kurd em bi xwe ne û em hemû ne."