Asayîş: Li Hisîçayê êrişî karwanê hêzên Şamê hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a Kantona Cizîrê ragihand ku li bajarê Hisîçayê êrişî karwanê hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniya Asayîşê, hêzên wan li gorî rêkeftina di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, erkê ewlekirina derbasbûna hêzên Şamê ya ber bi Hisîçayê ve bi cih dianî.
Di wê demê de "şaneyên terorîst" bi armanca têkbirina ewlehiyê û afirandina kaosê bi guleyan êrişî karwan kir.
Asayîşê eşkere kir ku hêzên wan yekser bersiv daye û çavkaniya gulebaranê bêbandor kiriye.
Di encama operasyonê de hinek endamên wan şaneyan hatine girtin û lêpirsîna li ser wan didome.
Qedexeya derketina derve hat ragihandin
Ji bo parastina jiyana sivîlan û sînordarkirina tevgera şaneyên terorê, Asayîşê li herêmê qedexeya derketina derve ya demkî ragihandiye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di bûyerê de ti sivîl birîndar nebûne lê şervanekî Asayîşê birîndar bûye û tedaviya wî didome.
Fermandariya Giştî ya Asayîşê ya Kantona Cizîrê tqez kir ku ew bi biryardarî erkên xwe bi cih tînin û dê li dû şopa her kesê ku ewlehiya herêmê xera dike bin.
Asayîşê her wiha diyar kir ku ew pêbendî rêkeftinên hatine îmzekirin in û dê aramî û ewlehiya giştî biparêzin.