Amerîkayê droneke Îranê xist

Hewlêr (Rûdaw) - Hat zanîn ku droneke Îranê ya ku li Deryaya Umanê nêzîkî keştiya balafiran a Amerîkayê USS Abraham Lincolnê dibû, ji aliyê balafirên şer ên Amerîkayê ve hatiye xistin.

Rayedarekî Amerîkayî ji Ajansa Reutersê re axivî û hûrgiliyên bûyera ku roja Sêşemê qewimiye parve kirin.

Li gorî nûçeyê, artêşa Amerîkayê droneke Îranê ya ku berê xwe dabû keştiya balafiran a USS Abraham Lincolnê ya li Deryaya Umanê bêbandor kiriye.

Balafira F-35 lê da

Rayedarê Amerîkî diyar kir ku modela wê drona ku hatiye xistin "Shahed-139" a Îranê ye.

Hat eşkerekirin ku balafireke şer a F-35 a Amerîkayê ku li herêmê firîna ewlehiyê dikir, ew drona ku ber bi keştiya balafiran ve diçû xistiye xwarê.