Li Qamişloyê peyama hevbeş a Asayîş û Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî lihevkirina di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, şandeya Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê gihişt Qamişloyê.

Piştî hevdîtina li ser entegrasyona li herêmê, nûnerên her du aliyan derketin pêşberî kamerayan û peyama yekîtî û paşeroja hevbeş dan.

Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê îro dora saet 17:00an derbasî bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê bûn.

Dema derbasbûna karwanê ku ji nêzîkî 100 kesan pêk dihat û di deriyê başûr ê nêzîkî balafirgehê re gihişt bajêr, hêzên Asayîşê yên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê qedexeya derketina derve ya demkî li bajêr ragihand.

Serokê Şandeya Hêzên Ewlehiyê yên Sûriyeyê ku ji aliyê Şamê ve hatiye tayînkirin Merwan Elî û Berdevkê Wezareta Karên Navxwe Nûredîn Baba li bajarê Qamişloyê bi rayedarên Asayîşa Rojavayê re civiyan.

“Em parêzvanên aştiyê ne, ne yên şer”

Piştî civînê nûnerên her du aliyan daxuyaniyeke hevbeş da.

Endama Fermandariya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Helîme Mehmûd Ebûbekir ewil axivî, bal kişand ser girîngiya lihevkirinê ji bo biratiya gelan û wiha got:

"Li ser navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em vê lihevkirina ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de pêk hatiye silav dikin.

Em parêzvanên aştiyê ne, ne yên şer. Em ji bo pêkanîna madeyên vê lihevkirinê bi temamî amade ne.

Bi ruhê jinên têkoşer, em piştgiriyê didin vê gava ku ji bo azadî û rûmetê hatiye avêtin.

Bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî', em baweriyê bi paşerojeke wiha tînin ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi hev re bijîn."

"Li Hisîça û Qamişloyê proseya entegrasyonê dimeşe"

Piştre rayedarê Asayîşê Siyamend Efrînî bi Kurdî daxuyanî da û behsa hûrgiliyên teknîkî û zemîna siyasî ya entegrasyona leşkerî û îdarî ya li qadê kir.

Siyamend Efrînî wiha axivî:

"Li gorî çarçoveya siyasî ya ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de hatiye diyarkirin û lihevkirina ku pêk hatiye, me dest bi pêkanînên li qadê kir.

Di vê çarçoveyê de doh li Hisîçayê û îro jî li Qamişloyê hêzên ewlehiyê ketin bajêr.

Armanca me ya sereke li vir ew e ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) gav bi gav di bin banê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê de werin entegrekirin.

Heta niha prose bi hevahengî û bê pirsgirêk bi rê ve diçe."

Efrînî her wiha got, “Em hewl didin destkeftiyên şoreşê biparêzin û vê avahiya civakî ya ku jin pêşengiya wê dikin li seranserê Sûriyeyê belav bikin û mîmariyeke ewlehiyê ya hevbeş ava bikin. Aramiya gelê me ji bo me esas e."

"Pêdiviya vî welatî bi hemû zarokên wî heye"

Herî dawî Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê Nûredîn Baba axivî û  ji ber mêvanperweriya li Qamişloyê spasiya wan kir û tekezî li ser aştiya civakî û bipêşketina aborî kir.

Nûredîn Baba got, "Li ser navê Wezareta Karên Navxwe, di serî de Merwan Elî û fermandarên me yên pêwendîdar em li Qamişloyê ne.

Nezaket û nîzama yekîneyên Asayîşê ya di pêşwazîkirina me de hêjayî teqdîrê ye. Îro gelê Sûriyeyê bi ser ketiye.

Êdî dema wê ye ku em gotinên nefretê, cudabûn û dilşikestinên kevn deynin aliyekî û Sûriyeyeke nû ava bikin.

Pêdiviya vî welatî bi hemû zarokên wî heye; Ereb, Kurd, Tirkmen û Suryan."

Babaher wiha bangî gel jî kir û got, “Erkê me yê ewil ew e ku em baweriyê di navbera hemû beşên civakê de ji nû ve ava bikin.

Hisîça û Qamişlo ne tenê bajarên ku ewlehî lê hatiye dabînkirin; dê ji nû ve bibin dilê aborî, avedanî û şaristaniyê.

Em dê madeyên din ên lihevkirinê jî bi heman ciddiyetê bi cih bînin."