Li Wanê wesayîta maliştina berfê wergeriya, 2 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Ebaxê ya Wanê wesayîta maliştina berfê û xwêkirina rê wergeriya û 2 kesên tê de mirin.
Wesayîta kar a bi plakaya 65 ACY 748 a Birêvebiriya Herêma 11emîn a Rêbejan, li ser rêya Wan-Agiriyê nêzîkî ji ber mij û berfa zêde li refûjê ket û wergeriya.
Tîm çûn cihê bûyerê
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Hat ragihandin ku her 2 kesên di wesayîtê de mirine.