Beriya 'tofanê' hevdîtina dawî: Dan û standinên Îran û Amerîkayê dê şer rawestîne?
Stenbol (Rûdaw) - Di navbera Amerîka û Îranê de dan û standin derbasî qonaxeke din dibin.
Di nava çend rojan de dê li Tirkiyeyê xelekeke nû ya hevdîtinên her du welatan bi rê ve biçe û çend welatên Rojhilata Navîn jî dê amade bin.
Di gotûbêjên navbera her du welatan de rola Tirkiyeyê her ku diçe zêde dibe û li gorî îdiayan, Tirkiyeyê ji her du aliyan re jî gotiye ku ew amade ne uranyûma meyandî ji Îranê wergirin.
Li aliyekî Serokê Amerîkayê Donald Trump di her gotara xwe de gefan giran dike û dibêje wan hêzeke mezin a keştiyên bihêz şandiye herêmê
Li aliyê din Rêberê Îranê Elî Xamineyî bi berdewamî behsa bihêzbûna welatê xwe dike û ew jî gefan li Ewropayê dixwe û dibêje ku ew şer dê bandoreke mezin li Ewropayê bike.
Di bin siya van gefan de dan û standinên dîplomatîk ên her du welatan jî germ dibin.
"Tirkiyeyê hin pêşniyar birin Amerîkayê"
Pisporê Îranê Ramazan Bûrsa diyar kir ku ihtimala çareserkirina pirsgirêkên di navbera Îran û Amerîkayê de bi rêya dîplomasiyê bihêz dibe û got:
"Helbet di vir de rola Tirkiyeyê girîng e. Tirkiyeyê hinek pêşniyar birin Amerîkayê ji ber ku wan gelek daxwaz ji Îranê hebûn.
Tirkiye jî dibêje hemû ew daxwaz di dosyayêkê de nabin û divê mijar bi mijar were nirxandin.
Tirkiyeyê ji Amerîkayê re got ku eger hemû daxwaz di dosyayêkê de werin nirxandin dê encameke bi xêr jê dernekeve."
Beriya çend rojan li Stenbolê di navbera wezîrên karên derve yên Tirkiye û Îranê de hevdîtinek pêk hat.
Li gorî agahiyan, di wê civînê de şert û mercên Amerîkayê ji Îranê re hatine gotin û Tirkiyeyê gotiye ku ew amade ne hem bibin navbeynkar û hem jî uranyûma meyandî wekî welatê sêyem ji Îranê teslîm wergire.
"Tirkiye hemû rêbazan bi kar tîne"
Serokê IRAMê Serhan Afacan jî li ser mijarê got, "Tirkiye bi awayekî berfireh rîskên heyî û potansiyela van rîskan dinirxîne" û wiha pê de çû:
"Ji bo dan û standinên dîplomatîk Tirkiye hemû rêbazan bi kar tîne.
Eger Tirkiyeyê ji bo vê navbeynkariya xwe îradeyeke bihêz nedîtiba ew prose jî nedida destpêkirin û rola navbeynkariyê nedigirt ser xwe."
Rawestgeha dawî ya beriya tofanê
Li gorî agahiyên fermî, ji bo navbeynkariya Îran û Amerîkayê; Qeter, Erebistana Siûdî, Misir û Îmarat jî di hewleke girîng de ne.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan biryara dan û standinên bi Amerîkayê re da û tê payîn ku di nava çend rojan de dîsa li Stenbolê bi beşdariya van hemû welatan xelekeke nû ya dan û standinan dest pê bike.
Ne diyar e ka dê çi encam jê derkeve lê tiştê diyar ew e ku ew hevdîtin beriya tofanê rawestgeha dawîn e.