Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê derbasî Qamişloyê bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ve ketin nav bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê.

Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê yên girêdayî Wezareta Karên Navxwe di çarçoveya peymana di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de derbasî bajarê Qamişloyê bûn

Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê doh jî di çarçoveya heman peymanê de derbasî Hisîçayê bûbûn.

Naveroka peymanê

30yê Kanûna Paşîn a 2026an, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) naveroka peymana xwe ya li gel hikûmeta Sûriyeyê belav kir.

HSDyê ragihand ku ew li ser rawestandina şerê di navbera xwe de li hev kirine, ev yek jî li gorî peymaneke giştgir û lihevtêgihiştina li ser proseya têkelkirina hêzên leşkerî û îdarî yên her du aliyan e.

Li gorî peymanê, hêzên leşkerî dê ji xeta rûbirûbûnê ya di navbera xwe de vekişin û hêzên ewlehiyê yên ser bi Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ve biçin bajarên Hisîça û Qamişloyê.

Her wiha dê dest bi tevlîkirina hêzên ewlehiyê yên li herêmê were kirin û fîrqeyeke leşkerî bê pêkanîn ku dê sê lîwayên wê ji HSDyê bin.

Guherînên leşkerî û îdarî

Di peymanê de hatiye, lîwayeke din ji bo hêzên Kobaniyê di çarçoveya fîrqeya artêşê ya li sînorê parêzgeha Helebê de tê pêkanîn.

Beşeke din a peymana di navbera HSD û Şamê de taybet e bi yekîneyên îdarî, bi awayekî ku saziyên Rêveberiya Xweser tevlî saziyên dewletê têne kirin û karmendên sivîl têne bicihanîn.

Li gorî peymanê, mafên sivîl û çandî yên gelê Kurd têne bicihanîn û garantiya vegera koçberan a ji bo cih û warên wan tê dayîn.

Di daxuyaniya HSDyê de behsa wê yekê jî hatiye kirin ku armanca ji vê peymanê yekxistina xaka Sûriyeyê û bicihanîna proseya tevlîkirina temam a li herêmê ye, ew jî bi rêya bihêzkirina hevkariya di navbera aliyên pêwendîdar û yekxistina hewldanan ji bo avakirina welêt.