Alî Bozan: Divê desthilat jî wekî Bahçelî zelal be

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan derbarê pêvajoya çareseriyê de rexne li desthilatê girtin û xwest ku ew jî wekî Serokê MHPyê Devlet Bahçelî zelal be.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî îro di civîna partiya xwe ya parlamentoyê de derbarê pêvajoya çareseriyê axivî.

Bahçelî diyar kir ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan li ser sozên xwe sekiniye û xwest ku ji bo wî "mafê hêviyê" bê bicihanîn, Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş bê berdan û Hevserokê Şaredariya Mêrdînê Ahmet Turk vegere ser karê xwe.

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan di rûniştina Parlamentoyê de amaje bi gotinên Bahçelî kir û xwest ku desthilata Tirkiyeyê jî bi qasî Bahçelî zelal be.

"Pratîkên desthilatê pêvajoyê dixitimîne"

Bozan diyar kir ku daxuyaniyên Serokê MHPyê pêvajoyê bi pêş ve dibin lê pratîkên desthilatê pêşiya siyaseta demokratîk dixitimîne.

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan got “Divê êdî desthilat bi qasî Birêz Devlet Bahçelî zelal be.

Em êdî li benda avêtina gavan in. Ji bo welatekî demokratîk divê gavên şênber û pratîk bên avêtin.”

"Gelek hevalên me yên mixalefetê hatin desteserkirin"

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan di axaftina xwe de wiha got:

“Di demekê de ku armanca daxuyaniyên wêrekane yên Birêz Devlet Bahçelî bipêşvebirina pêvajoyê ne, pratîkên desthilatê pêşiya siyaseta demokratîk dixitimîne.

Divê êdî desthilat di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de xwedî helwesteke zelal be.

Ne derbarê mafê hêviyê de gavek heye, ne qeyûm paş ve hatine kişandin, ne girtiyên nexweş tên berdan û ne jî biryara derbarê Selahattîn Demîrtaş de tê bicihanîn."

Banga vekirina Deriyê Murşîtpinarê

Alî Bozan bal kişand ser operasyonên dawî yên li dijî siyasetmedaran û rewşa Kobaniyê jî û wiha pê de çû:

"Tevî van jî hevalên me yên ku xwedî li berxwedana Rojavayê derdikevin bi midaxaleyên tund tên desteserkirin û girtin.

Îro jî gelek hevalên me yên mixalefetê hatin desteserkirin ku Serokê Giştî yê ESPyê Murat Çepnî jî di nav wan de bû.

Divê êdî desthilat bi qasî Birêz Devlet Bahçelî zelal be. Em êdî li benda avêtina gavan in.

Ji bo welatekî demokratîk divê pêngavên şênber û pratîk bên avêtin.

Divê Deriyê Sînorî yê Murşîtpinarê jî demildest bê vekirin û alîkarî bigihin Kobaniyê.”