Nûredîn Baba li ser peymana bi HSDyê re daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Nûredîn Baba, di çarçoveya peymana di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li ser derbasbûna hêzên ewlehiyê ya Qamişloyê daxuyaniyeke fermî da.

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê Nûredîn Baba diyar kir ku hêzên wan amade ne ku ewlehiya navxwe ya parêzgeha Hisîçayê dewr wergirin.

Nûredîn Baba ji rojnamegeran re axivî û destnîşan kir ku yek ji xalên herî krîtîk ên peymanê ew e ku Asayîşa Rêveberiya Xweser tevlî kadro û yekîneyên Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê bibin.

Baba diyar kir ku ew hemû pêkhateyên neteweyî yên Sûriyeyê û hemû kadroyên ku xizmeta xelkê dikin bi dilgermî pêşwazî dikin û got:

“Em cur bi curiya pêkhateyên li Sûriyeyê ne wekî lawaziyekê, wekî çavkaniyeke hêzê dibînin.

Ev cur bi curî dê di avakirina ducare ya Sûriyeyê de qîmeteke mezin lê zêde bike.”

Dewrgirtina cihên girîng û balafirgehê

Baba eşkere kir ku ji bo bicihanîna peymanê bernameyeke xebatê û lîsteya demê heye û ragihand ku dê birêvebirina cihên girîng ên wekî deriyên sînorî, Balafirgeha Qamişloyê û qadên petrolê dewr werin girtin.

Berdevk da zanîn ku ew “dê xebatên xwe lez bikin da ku ev der dîsa bikevin xizmeta gelê Sûriyeyê.”

Wî her wiha anî ziman ku “çalakkirina saziyên dewletê yên li parêzgeha Hisîçayê di çarçoveya peymaneke zelal de tê meşandin.”

Baba li ser nêzîkatiya xelkê anî ziman:

“Bikaranîna çekan jiyana sivîlan û mal û milkên giştî dixe metirsiyê.

Di qonaxa ewil de pêdiviya me bi avakirina ducare ya pêbaweriya di navbera pêkhateyan de heye, lewma divê li hemberî qerebalixiyan baldarî hebe.”

Rewşa dawî ya li Hisîça û Qamişloyê

Baba diyar kir ku yekîneyên wan doh li navenda bajarê Hisîçayê bi cih bûne û ew îro derbasî Qamişloyê dibin.

Wî anî ziman ku mijara şervanên biyanî jî dê di çarçoveya xalên peymana siyasî ya ku hatiye kirin de were çareserkirin.

Baba ragihand ku ji bo sazî bi temamî bixebitin ew dê gavên pêwîst biavêjin.

Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê derbasî Qamişloyê bûn

Li gorî peymana di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, hêzên ewlehiyê yên Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê îro derdora saet 17:00an derbasî Qamişloyê bûn.

Karwanê ku ji nêzîkî 100 kesî pêk dihat di deriyê başûr ê nêzîkî balafirgehê re derbasî bajêr bû.

Di dema derbasbûna karwan de Asayîşa Rêveberiya Xweser li seranserî bajêr qedexeya derketina derve ya demkî ragihand.

Serokê Şandeya Ewlehiya Navxwe ya Hisîçayê Mervan Eliyê ku ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatibû tayînkirin û Berdevkê Wezaretê Nûredîn Baba li bajarê Qamişloyê bi berpirsên Asayîşa Rêveberiya Xweser re civiyan.