ZAXO - Li taxekê mesîhî û misilman bi hevre dijîn

Zaxo (Rûdaw) – Li taxa Nesara ya navçeya Zaxoyê 180 malbatên kristiyan û 22 malbatên misilman bi hevre djîn û ti cudahî di navbera wan de nebûye. Herwek qeşeyê taxê dibêje ew 44  sal e li vir jiyanê dike, kristiyan û  misilman weke bira  reftarê dikin.

 

Li taxa Nesarayê zêdetirî sê nivşan e misliman û mesîhî bi hevre dijîn. Malbatên misliman cîranên krîstiyanan in û zarokên wan jî fêrî zimanê hev bûne.

 

Dilvîn Zekî yek ji wan keçikên misliman e ku bi zimanê sûryaniyan diaxive û dibêje; “Ez misliman im lê zimanê welatiyên krîstiyan dizanim. Em cîran û hevalên hev in, me bi hevre dibistan xwend.”

 

Li vê taxê ol tevlî lîstokên zarokan nebûye. Qeşeyê herî bi temen ê vê taxê jî  dibêje, destê cîranên wan ên misliman herdem destên bawerî û aramiyê bûye.

 

Qeşeyê malnişîn Pols Hena diyar dike; “Ev 44 sal in ez li vi rim. Min ti cudahî di navbera misliman û mesihiyan de nedîtiye. Em birayên hev in, birayên me yên misliman jî gelek qedrê me digrein.

 

Yekemîn car di sala 1800ê de li Zaxoyê dêr hatiye avakirin. Krîstiyanên vê derê jî piranî ji bajarê Colemêrg û Wanê hatine Zaxoyê.