FLAŞ – Fermandeyên Pêşmerge û PKKê civiyan

03-03-2017
RÛDAW
Rêbendeke li Komelgeha Xanesor a ser bi bajarokê Sinûnê, Şingal.
Rêbendeke li Komelgeha Xanesor a ser bi bajarokê Sinûnê, Şingal.
Nîşan Pêşmerge PKK Xanesor Sinûnê Şingal Cemal Êminkî Egîd Civyan
A+ A-

Xanesor (Rûdaw) – Ji bo asayîkirina rewşa Xanesorê, berpirsên Wezareta Pêşmerge û fermandeyên PKKê bi hev re civiyan.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Xanesorê Nasir Elî ragihand, “civîn li sînorê navçeya Şingalê birêve diçe”.

 

Nasir Elî got: “Her yek ji Sererkanê Pêşmerge, ferîq Cemal Êminkî û fermandeyê pilebilind ê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şingalê, Egîd Civyan di civînê de amade ne”.

 

Peyamnêrê me herwiha da xuyakirin, ku civîna navbera rayedarên pilebilindên Pêşmerge û fermandeyên PKKê berdewam e.

 

Îro înê 3ê Adara 2017ê, li Komelgeha Xanesor a ser bi devera Şingalê di navbera pêşmergeyên Leşkerên Roj û hêzeke ser bi PKKê ve ya bi navê Yekîneyên Berxwedana (YBŞ) de şer derket.

 

Şer li rêbendeke Komlegeha Xanesorê ku ser bi bajarokê Sinûnê ve derket û di encamê de 1 şervanên YBŞê jiyana xwe ji dest da û 3 şervanên din ên YBŞê jî birîndar bûn.

 

Herwiha di pevçûnan de 4 pêşmergeyên Leşkerên Roj jî birîndar bûn.

 

Piştî demek kurt, şer û pevçûnên navber aher du aliyan sekinî.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst