Jin bi xwarinên Amedê debara xwe dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê jinên ku di qursa aşpêjiyê de hînî çêkirina xwarinên herêmî bûn bi saya vê perwerdeyê bûn xwedî kar û debara mala xwe dikin.
Li Navenda Piştgiriya Malbatê ya li navçeya Kayapinarê hezar kesên temenê wan di navbera 18-60î de ne ferî çêkirina xwarinan dibin.
Kesên diçin navendê ji bilî xwarinên hêsan, ferî çêkirina meftune, kiftên navtijî, dolme, tijîkirina hûr û roviyan dibin. Ji van kesan jê hinek xwarinên ku çêdikin difroşin, hinek jî bi saya belgeyên stendine di otel û xwaringehan de dest bi kar dikin.
Cansu Segithan a li navendê aşpêj e got kesên tên qursê di nav du mehan de ferî çêkirina xwarinan dibin, him dibin xwedî pîşe û him ji debara xwe dikin.
Aşpêj Cansu Segîthanê got ew di hefteyê de 5 rojan perwerdeyê didin jinan, heta niha hezar kes hatine çûne qursê û wiha pê de çû: "Deriyê me ji her kesî re vekiriye. Bila werin belgeyê hildin û ji bo alîkariyê bidin malbata xwe ferî xwarinan bibin. Bi taybetî kesên ji rojavayê tên dixwazin xwarinên Amedê ferr bibin. Jin li şûna li malê rûdinên , la bên beşdarî van qursan bibin."
Ayşe Ercengîz a ku ji Edeneyê ji ber karê mêrê xwe çûye Amedê got ew bi saya perwerdeyê êdî dikare xwarinên Amedê çêbike û wiha axivî: "Ez dixwazim ji xwe re dikaneke biçûk vekim."
Meral Ozerol jî kêfxweşiya xwe anî ziman ku cihekî kursa aşpêjiyê vebûye ku ew ferî çêkirina xwarinan dibin û got: "Armanca min ew e ku ez kar ji hostayên wê hîn bibim. Ez dixwazim xwarinên Amedê fer bibim û di dahatûyê de ji xwe re kargehekê vekim ku debara malbata xwe pê bikim."
Huriye Karakaya jî got ji ber wezîfeya mêrê xwe ew 2 sal berê ji Stenbolê çûye Amedê û wiha axivî: "Em li vir ferî çêkirina xwarinên herêmî yên Amedê bûn. Ji bo me bû derfeta kar."
Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî li bajêr 56 Navendên Piştgiriya Malbatê vekir. Di bin banê vê navendê de hezar û 761 qurs tên dayîn û 36 hezar û 456 kes jî perwerdeyê dibînin.