Li Herêma Kurdistanê ji ber koronayê dema nimêja înê tê kurtkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Herêma Kurdistanê ji ber metirsiya belavbûna vîrusa koronaya nû (Covîd-19) biryara kurtkirina dema xutbeyên nimêja înê û bi awayekî demkî rakirina merasimên taziyeyê da.
Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Herêma Kurdistanê derbarê bergiyên ji bo rêgirtina li belavbûna vîrûsa koronayê, daxuyanî dan.
Yekîtiyê biryar daye ju bi awayekî demkî merasimên olî û taziyeyan rakin û herwiha dema xutbeya nimêja înê ku seatek bû kurt bikin û bi qasî 12 deqîqeyan bên xwendin.
Herwiha yekîtiyê ragihand ku pêketiyên vîrusa koronayê û gumanbar bila heta rehet nebin, neçin nimêja înê.
Çend biryarên Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Herêma Kurdistanê ev in: “Erkê şeriî ye welatî rênimayên tendirustiyê û ewlekariyê bicîh bikin. Li gorî şerîetê gotara Înê nayê ragirtin. Civînên olî û civakî li hemû cihan ragirin. Kesên bi koronavirusê jiyana xwe ji dest didin şehîd in. Kesên nexweş in yan metirsiya tûşbûna wan heye dikarin beşdariya nimêja înê û cemaetê nekin. Tevahiya kar û çalakiyên taybet bi xwendina olî bêne ragirtin. Li mal û nexweşxaneyan serdana nexweşan nekin. Kesên ji wan welatan hatine ku virus lê belav bûye serdana aliyên peywendîdar bikin. Herame kesên guman dikin virus bi wan re heye tevlî xelkê nebin. Em daxwazê ji gotarbêjan dikin vê heyamê gotarên xwe kurt bikin.”