Li Dêrsimê ji ber metirsiya aşûtê rê hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji ber metirsiya aşûtê rêya navbera navçeyên Xozat û Pulurê hat girtin.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Dêrsimê li çend navçeyên bajêr ji doh ve berfeke zêde dibare û bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kiriye.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku ji ber metirsiya aşûtê rêya navbera navçeyên Xozat û Pulurê li ber çûn û hatinê hatiye girtin û divê welatî rêyeke din bikar bînin.
Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi destpêkirina demsala biharê pileya germê bilind bû lê ev çend roj in dîsan pêleke berf û baranê destpê kiriye.
Keşnasiya herêmê jî roja Çarşemê 2ê Adarê hişyarî da ku pêleke berf û baranê destpê dike û divê welatî hişyar bin.