Li Semsûrê termê kalemêrekî di asansorê de hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê termê kalemêrekî di nav asnasorê de hat dîtin.

Li Taxa Sîtelerê ya Semsûrê di avahiyeke çar qatî de termê kalemêrekî di asansorê de hat dîtin.

Kesên ku term dît aliyên pêwendîdar ji rewşê agahdar kirin û li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di encama lêkolîna tîman de hat zanîn ku termê di asansorê de hatiye dîtin ê Mehmet Rençberê 72 salî ye.

Ji bo sedema mirina Rençber bê zanîn, bi fermana dozgeriyê tîmên ku çûn cihê bûyerê termê Mehmet Rençber ji bo otopsî bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.