Li Balafirgeha Hewlêrê dengê teqînan hat bihîstin
Hewlêr (Rûdaw) - Berê vê sibehê bi dronan êrişî Balafirgeha Hewlêrê hat kirin.
Êriş ji aliyê pergalên parastina asmanî ve hat têkşikandin.
3 dron hatin xistin
Li Balafirgeha Hewlêrê baregeha hêzên Koalîsyonê ya bi pêşengiya Amerîkayê heye.
Li pey hev bi 3 dronan êrişî wê balafirgehê hat kirin.
Piştî êrişê pergalên parastina asmanî ketin dewrê û dron beriya ku bigihin armanca xwe hatin teqandin.
Hat zanîn ku yek ji dronan ji aliyê qezaya Xebatê ve hatiye û ji aliyê Mûsilê ve hatiye arastekirin.
Êrişî otelekê jî hat kirin
Li aliyê din, bi dronekê êrişî oteleke li taxeke derveyî Hewlêrê jî hat kirin.
Hat ragihandin ku di wê êrişê de ti xisarên canî çênebûne.
Koma bi navê "Seraya Ewliya Dem"ê ya girêdayî Heşdî Şebiyê berpirsyariya êrişa li ser Hewlêrê girt ser xwe.