Heyva Sor a Îranê amarên êrişan belav kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Heyva Sor a Îranê ragihand ku hejmara kesên di êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê de hatine kuştin gihîştiye 787an û êrişan bandor li 153 bajarokan kiriye.

Heyva Sor a Îranê amarên herî dawî yên êrişên Amerîka û Îsraîlê belav kirin

Li gorî daxuyaniya hejmar 5 a Heyva Sor a Îranê, tîmên meydanî amarên dawî bi vî rengî eşkere kirin:

Tevahiya kuştiyan: 787 kes

Hejmara êrişan: 1039 êriş

Deverên hatine hedefgirtin: 504 dever

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku niha operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê, rakirina kavilan, veguhastina birîndaran û pêşkêşkirina xizmetguzariya tenduristiyê berdewam dikin.

Ev amar di çarçoveya şerê ku di çend rojên borî de gur bûye de hatin dayîn.

Êrişên Amerîka û Îsraîlê

Ji 28ê Sibata 2026an ve, Amerîka û Îsraîlê li parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest bi êrişeke hevpar û berfireh kiriye.

Van êrişan tenê baregehên leşkerî nekirine hedef, her wiha bûne sedema kuştina gelek berpirsên bilind ên Komara Îslamî, di nav wan de Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî jî heye.

Li hemberî vê yekê, Supaya Pasdaran a Îranê rêzeêrişên mûşekî û dronî li Îsraîlê û berjewendiyên Amerîkayê yên li welatên Kendavê pêk anîn.