Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan bi telefonê axivîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi telefonê axivîn.

Medyaya fermî ya Tirkiyeyê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan li ser rewşa herêmê axivîne.

Ev pêwendiya telefonî di demekê de ye ku ji roja 28ê Sibata 2026an ve şerekî mezin ê di navbera Îsraîl û Amerîkayê û Îranê de li herêmê dest pê kiriye.

Şer bandoreke mezin li herêmê kiriye ku Herêma Kurdistanê jî yek ji wan e.

"Zêdetirî 90 dron û mûşek hatin avêtin"

Li gorî şopandinên Tora Medyayî ya Rûdawê, di 4 rojên şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re de, 21 caran êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Hemû êriş li parêzgeha Hewlêrê hatine kirin û tenê êrişek li parêzgeha Dihokê çêbûye.

Parêzgarê Hewlêrê Omed Xoşnaw îro sêşemê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Heta niha zêdetirî 90 dron û mûşek avêtine parêzgeha me."

Pergaleke xurt a parastinê

Li gorî gotina Parêzgarê Hewlêrê, pergaleke "xurt" a parastinê hatiye danîn û beriya ku bigihin armanca xwe ya li ser erdê wê pergalê hemû êriş pûç kirine.