Li Pawe û Mehabadê baregehên Îtlaet û Supaya Pasdaran hatin bombebarankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro di du êrişên esmanî de, êrişî baregeheke Supaya Pasdaran a Îranê ya li bajarê Paweyê û avahiya Îtlaetê ya li bajarê Mehabadê hatin kirin.

Berpirsên Îranê nûçeyê piştrast dikin lê derbarê zerer û ziyanan de ti agahiyan nadin.

Li Paweyê baregeha Supaya Pasdaran hat xerakirin

Îro danê êvarê di êrişeke esmanî de, baregeha Supaya Pasdaran a li bajarê Paweyê yê parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê hat bombebarankirin.

Di dîmenên ku piştî bombebaranê hatine belavkirin de, dûyekî mezin li ser esmanê herêmê tê dîtin.

Li gorî şahidan, di vê êrişê de baregeha sereke ya Supaya Pasdaran bi temamî hatiye rûxandin.

Li Mehabadê avahiya Îtlaetê bû armanc

Her wiha îro, di êrişeke din a esmanî de avahiya Îtlaetê (dezegha îstixbaratê) ya li bajarê Mehabadê yê başûrê parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê hat rûxandin.

Li gorî şahidên ku ji Rûdawê re axivîn, "Ji bilî berpirsên leşkerî û îdarî yên saziyê, ti kesên di nava avahiyê de bi saxî ji vê êrişê rizgar nebûne.

Heta ew kesên ku ji aliyê Îtlaeta Mehabadê ve hatibûn desteserkirin jî hatine kuştin."

Avahiya Îtlaetê ya Mehabadê dikeve taxa Taqedarê û nêzîkî baregeha sereke ya Supaya Pasdaran a li rojavayê Mehabadê ye.

Saziya Îtlaetê ya Îranê di girtin û lêpirsîna şêniyên Mehabad û bajarên başûrê parêzgeha Urmiyeyê de roleke berbiçav dilîst.