Çiyayê Korekê bi dronan hatiye armanckirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn ku Çiyayê Korekê doh û îro bi dronan hatiye armanckirin û di encama wan êrişan de ti zerereke canî û madî çênebûye.

Çavkaniyekî ji Asayîşa Xelîfanê ji Rûdawê re ragihand ku her du caran jî dron li nêzîkî birca mezin a li ser çiyê ketine xwarê.

Wisa diyar e ku armanca êrişê lêdana wê birca mezin a Çiyayê Korekê ye.

Ew birc hem ji aliyê çend şirketên peywendiyê ve tê bikaranîn, hem jî ji bo keşnasî û çend karên din sûd jê tê dîtin.

Heman çavkaniyê her wiha da zanîn ku ti zerereke canî û madî çênebûye.

Li gorî agahiyên Rûdawê, her du caran jî dron bi xwe ketine xwarê û ne bi teqekirinê hatine xistin.

Ji lêkolîna li ser paşmayên dronan jî eşkere bûye ku ew ji wan dronan in ku ji Îranê ve tên şandin.

Çiyayê Korekê çiyayê herî bilind ê Herêma Kurdistanê ye û yek ji navendên geştyariyê ye.