Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron: Me dilgiraniya xwe ya li hemberî gurbûna şer anî zimên
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron pêwendiyeke telefonî wergirt û her du aliyan dilgiraniya xwe ya li hemberî gurbûna şer anî zimên.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi hev re axivîn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku di pêwendiyê de, "Pêşhatên dawî yên rewşa herêmê hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan nîgeraniya xwe ya li hemberî gurbûna şer anî zimên û teqezî li ser girîngiya parastina aramî û seqamgîriyê kir."
Li gorî daxuyaniyê, di wê pêwendiyê de, "pêwîstiya zêdekirina hewlên navneteweyî yên ji bo aramkirina rewşê û çareserkirina pirsgirêkan a bi rêyên aştiyane û dîplomatîk hat ducarekirin.”
Çend mijarên din ên cihê girîngiya her du aliyan, mijareke din a wê pêwendiyê bûn.
Her wiha doh Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Fransayê Jean Noel Barrot ragihand ku Emmanuel Macron li ser rewşa Rojhilata Navîn bi Mihemed Şiya Sûdanî û Nêçîrvan Barzanî re axiviye.
Jean Noel Barrot her wiha anî zimên ku ew piştgiriyê didin rayedarên Îraqê da ku welatê wan nekişînin nav wî şerê ku herêm girtiye nav xwe.