Hakan Fîdan: Em komên Kurd ên li Îranê ji nêzîk ve dişopînin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê diyar kir ku ew hewl didin şer raweste û ew rewşa komên Kurd ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji nêzîk ve dişopînin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan doh li Enqereyê di bernameya fitarê de li gel nûnerên saziyên medyayê axivî.

Hakan Fîdan amaje bi wê yekê kir ku di şerê yekem ê li herêmê de jî nîşanên liv û tevgereke bi vî rengî dîtine û niha jî ew komên Kurd ên li Îranê dişopînin û analîz dikin.

"Em tifaqa komên Kurd dişopînin"

Hakan Fîdan got, “Mijara herêma bêteror hinekî mijarek e ku pêwendiya wê bi Sûriye, Îraq û Îranê re heye” û wiha domand:

“Niha liv û tevgereke wiha çêdibe yan nabe, em vê ji nêzîk ve dişopînin.

Yanî em dibînin ku komên Kurd ên di xetên cuda de tên cem hev û tifaqan ava dikin, daxuyaniyên hevpar didin. Em van ji nêz ve dişopînin.

Ka ev dê çi qasî bi rejîmê re şer bikin, li cihên ku lê ne dê çi qasî bi pêkhateyên din ên etnîkî re şer bikin, dê çi bibe, armanca wan çi ye, ji ku derê dê çi derkeve, em hemûyan dişopînin û analîz dikin."

"Ji bo Tirkiyeya bêteror divê herêm bêteror be"

Fîdan îdia kir ku PKK mîna hemû rêxistinan, bi taybetî sûdê ji lawazî û perçebûna li welatên ku lê ye werdigire û got:

"Derbarê 'Tirkiyeya Bêteror', bi taybetî niha di parlamentoyê de pêvajoyek berdewam dike, Komîsyonê rapora xwe temam kir.

Piştî vê êdî lihevhatin, nêrîn û hevahengiya partiyên siyasî ya di navbera wan de... Dê çi cure biryaran bidin?

Êdî dê zemînekî nîqaşê bi vî rengî hebe lê tiştê ku em dibînin, helbet ji bo ku Tirkiyeyeke bêteror hebe, divê herêmeke bêteror hebe.

Em her tim neçar dimînin vê yekê bi kar bînin da ku zimanê teknîkî hinekî rast bikin."