Parçeyên mûşekê li kampa Kurdên Êzidî ketin: Keçek birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Vê sibehê li Kampa Bacid Kendalê ya li Zaxoyê perçeyekî cismekî li stûyê keçikekê ket û ew birîndar kir.

Birêvebirê Koç û Koçberan û Bersivdayîna Krîzan ê Zaxoyê Qasim Ewnî ki ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Qasim Ewnî ragihand, vê sibehê perçeyekî cismekî li stûyê keçeke 17 salî ketiye û ew birîndar kiriye.

Qasim Ewnî diyar kir, heta niha nayê zanîn ka ew perçeyê çi cure çekekê ye û ji ku derê hatiye.

Birêvebirê Koç û Koçberan û Bersivdayîna Krîzan ê Zaxoyê got:

"Rewşa tenduristiya wê keçikê cîgir e û li Nexweşxaneya Zaxoyê hatiye dermankirin.

Biryar e ew bo Nexweşxaneya Azadiyê ya Dihokê bê veguhastin."

Li gorî gotina Qasim Ewnî, heta niha çavkanî û cureyê wî perçeyî ne diyar e û ti bombebaran li sînor çênebûne.

Hêzên ewlehiyê mijûlî lêkolînê ne da ku serîkê bûyerê peyda bikin.

Ev di demekê de ye ku berê çavkaniyekî ji kampê ji Rûdawê re ragihandibû, "Ji ber ketina çend perçe û saçmeyên mûşekekê bo nav kampê, keçikek birîndar bûye."