Îran û komên wê 80 mûşek û dron avêtin Hewlêrê
Hewlêr (Rûdaw) - Komara Îslamî ya Îranê û komên alîgirên wê heta niha zêdetirî 80 mûşek û dronan avêtine Hewlêrê.
Li gorî zanyariyan, armanca van êrişan Konsulxaneya Amerîkayê û baregeha Koalîsyonê ya li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê bûye.
Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw ji Rûdawê re ragihand, heta demjimêr 11:30î bi giştî 80 mûşek û dron avêtine Hewlêrê.
Hat diyarkirin ku heta niha piraniya mûşek û dronan ji aliyê sîstema parastinê ve hatine têkbirin.