Li Rojhilatê Kurdistanê baregehên hêzên ewlehiyê tên bombebarankirin
Hewlêr (Rûdaw) - Di roja çaremîn a êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê de, gelek baregehên leşkerî û ewlehiyê û her wiha nexweşxane û cihên niştecihbûnê yên li Rojhilatê Kurdistanê hatin bombebarankirin.
Li gorî zanyariyên ku ji Rûdawê re hatine piştrastkirin, li 4 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê baregehên Supaya Pasdaran, Artêş, ferman û birêvebiriyên Wezareta Îtlaetê (Îstixbarat), polîs, pasewanên sînor û navendeke tenduristiyê bi balafiran hatine bombebarankirin yan jî bi mûşekan hatine armanckirin.
Parêzgeha Urmiyeyê
Berê sibehê bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê hat bombebarankirin û dengê 3 teqînên bihêz li bajêr hat bihîstin.
Çavkaniyekê ji bajarê Urmiyeyê ji Rûdawê re ragihand, dengê teqînekê li nav bajêr hat bihîstin û du teqînên din jî li derveyî bajêr li aliyê rêya golê hatine bihîstin ku baregeha El-Mehdî ya Supaya Pasdaran li wir e.
Medyaya fermî ya Îranê dibêje, îro demjimêr 02:00yê sibehê herêmeke niştecihbûnê ya li Kolana Baqirlulûmê ya taxa Qasimiye ya Urmiyeyê hatiye bombebarankirin.
Di encama êrişê de karmendekî Şaredariya Urmiyeyê yê bi navê "Mîlad Kûhkelanî" miriye.
Heta niha derbarê du teqînên din û ziyanên wan de ti zanyarî nehatine belavkirin.
Heman çavkaniyê ji Rûdawê re diyar kir, di bombebarana roja yekşemê ya li baregeha hêzên pasewanên sînor a parêzgeha Urmiyeyê ya li navçeya Bendê herî kêm 16 leşker hatine kuştin ku piraniya wan xelkê bajarên derdorê ne.
Her wiha berê sibehê li nav bajarê Mehabadê, avahiya navenda polîsan a li Taxa Şîlanê hat bombebarankirin.
Ji ber êrişê navend bi temamî wêran bûye lê ziyanên canî ne diyar in.
Çavkaniyekê ji Mehabadê ji Rûdawê re ragihand, êrişeke mûşekî li "Baregeha Basîcê ya Mihemed Resûlulah" a li kêleka Mehabad Mallê û li hemberî Çemê Mehabadê hatiye kirin û baregeh bi temamî wêran bûye.
Çavkaniyê amaje bi wê yekê kir ku hêzeke ewlehiyê ya gelekî zêde li navçeyê belav bûye, çavdêriya cihê bûyerê dikin û rê nadin xelk nêzîk bibe.
Roja duşemê jî avahiya Îtlaeta wî bajarî hatibû armanckirin û di encamê de beşeke mezin a avahiyê hilweşiyabû.
Li bajarê Neqedeyê jî di êrişeke li pêgeheke Supaya Pasdaran de 6 pasdar hatin kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ku nêzîkî Supaya Pasdaran e belav kir, Leşkergeha (Welî Esr) a Supaya Pasdaran a li nav bajarê Neqedeyê doh rastî êrişê hatiye.
Di encama êrişê de 6 pasdarên bi navên Mehdî Cawîd, Cefer Gulşenî, Elî Deştî, Ferhad Beyramî, Mîlad Esxerî û Reza Celalî hatine kuştin.
Parêzgeha Sineyê
Berê sibehê bajarê Merîwanê yê parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê bi dijwarî hat bombebarankirin.
Li gorî zanyariyan, li nav bajarê Merîwanê, Navenda Lêpirsînê ya Polîsan (Agahî), Fermandariya Polîsan, Fermandariya Pasewanên Sînor, avahiya Îtlaetê, baregeha Fewca 328an a Artêşê, Navenda 11an a Polîsan a li nêzîkî girtîgeha bajêr û gelek baregehên din ên leşkerî rastî êrişan hatine û hatine bombebarankirin.
Parêzgeha Kirmaşanê
Li parêzgeha Kirmaşanê êrişî nexweşxaneya sereke ya bajarê Sarpêl Zewhawê hat kirin û ziyaneke zêde gihiştiyê.
Îro Pêwendiyên Giştî yên Parêzgariya Kirmaşanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, Nexweşxaneya Şuhadayê ya bajarê Sarpêl Zewhawê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve bi mûşekan hatiye armanckirin.
Parêzgariya Kirmaşanê dibêje, nexweşxaneya Sarpêl Zewhawê ji ber êrişê rastî ziyaneke mezin hatiye û gelek beşên nexweşxaneyê wêran bûne.
Parêzgeha Loristanê
Pêwendiyên Giştî yên Fermandariya Leşkerê 84an a Loristanê ya Artêşa Îranê dibêje, ji ber bombebarana leşkergeheke wan a li Xuremabadê 3 endamên wan hatine kuştin.
Piştî nîvroya duşemê, Leşkergeha (Baba Ebbas) a Hêzên Piyade yên Artêşa Îranê ya li Xuremabadê hat bombebarankirin ku cihê depokirina çek û teqemeniyên Leşkerê 84an ê parêzgeha Loristanê ye.
Şeva Yekşemê jî Biryargeha Fermandariya Leşkerê 84an ê Loristanê hatibû bombebarankirin û di wê êrişê de 5 kes ji hêzên Artêşa Îranê hatibûn kuştin.