Bi nêzîkî 100 mûşek û dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîna Rûdawê, di çar rojên şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de, 20 caran êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin û di êrişan de nêzîkî 100 dron û mûşek hatine bikaranîn
Hemû êriş li parêzgeha Hewlêrê bûn û tenê êrişek li parêzgeha Dihokê pêk hat.
Parêzgarê Hewlêrê got, "Di êrişan de nêzîkî 100 dron û mûşek hatine bikaranîn."
Xelkê cîhanê sibehê 28ê Sibatê bi êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê şiyar bû û niha şer di roja çarem de berdewam dike.
Îran û komên çekdar ên nêzîkî wî welatî yên li Îraqê, bi hinceta hebûna hêzên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê bi dron û mûşekan êriş kiriye bi taybetî êrişî Hewlêrê hatiye kirin.
Li gorî lêkolîna Rûdawê, çar rojên şer ji 28ê Sibatê heta demjimêr 12:00ê îro, piraniya Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bûye hedefa êrişan ku dikeve navenda bajêr, piştre navçeya Koyeyê di rêza duyem û navçeya Herîrê di rêza sêyem de ne.
Êrişa yekem çend demjimêran piştî destpêkirina şer 28ê Sibatê bi dronan li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hat kirin ku beşekî balafirgehê Koalîsyon û hêzên Amerîkayê lê ne.
#VÎDEO - Ev der navenda Hewlêrê ye... Pergala parastina asmanî bersivê dide mûşekên Îranê#Hewlêr #Israel #Iran #Tahran #USA #طهران #تل_أبيب pic.twitter.com/eo5yc1DcLW
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 28, 2026
Di êrişa dronan a roja yekem a şer de ku dengê wê yê bilind şêniyên bajêr hejand, dûmanê asmanê bajêr girt û çend dron ji aliyê sîstema parastina asmanî ya Amerîkayê ve ku li balafirgehê hatiye bicihkirin, hatin xistin.
Piştî nîvroya heman rojê, careke din bi dronan êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hat kirin û sîstema berevaniyê ya balafirgehê êriş bêbandor kirin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, roja yekem a şer 6 caran êrişî baregeha Amerîkayê ya li Hewlêrê hatiye kirin û 27 dron hatine bikaranîn ku piraniya wan li asmanan hatine xistin.
#VÎDEO - Ev der Hewlêr e... Pergala parastinê ya Konsulxaneya Amerîkayê mûşekekê dixe xwarê#Israel #Iran #Tahran #USA #طهران #تل_أبيب #Hewlêr pic.twitter.com/S8gvA8nMbk
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 28, 2026
Roja duyem a şer
Êrişên li dijî Herêma Kurdistanê ku Îran dibêje li dijî baregehên Amerîkayê yên li herêmê ne, di roja duyem a şer de jî berdewam kirin.
Roja 1ê Adarê, heta beriya demjimêr 09:00ê sibehê 4 caran êrişî sînorê parêzgeha Hewlêrê hat kirin, du ji wan li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û du jî li dijî balafirgeha navçeya Herîrê ya parêzgeha Hewlêrê bûn.
Qaymeqamê Herîrê Şêrwan Celal ji Rûdawê re got, "Êrişa yekem demjimêr 04:43yê sibeha yekşemê bû û êrişa duyem jî demjimêr 08:15an bû."
Qaymeqamê Herîrê got, êriş bi hinceta hebûna hêzên Amerîkayê li Balafirgeha Herîrê hatine kirin lê "ti hêzên wan li wê derê nîne. Bombebaran jî bê ziyan bû."
#VÎDEO - Ev drona Îranê li gundê Girdeçalê yê Hewlêrê ketiye xwarê#Israel #Iran #Tahran #Trump #طهران #تل_أبيب pic.twitter.com/Z67tV6zQ9A
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 1, 2026
Êrişên li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê berdewam kirin, 1ê Adarê roja duyem a şer nêzîkî demjimêr 02:00ê piştî nîvro, êrişa pêncemîn di heman rojê de li dijî balafirgehê bi du dronan hat kirin.
Her 1ê Adarê, nêzîkî demjimêr 10:00ê şevê, bi sê dronan êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hat kirin lê her sê jî li asman ji aliyê berevaniya asmanî ve hatin
#VÎDEO - Ji nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dûmaneke reş bilind dibe
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 1, 2026
🛑 Dengê teqînekê hatiye bihîstin #Hewlêr #Israel #Iran #Tahran #Trump #طهران #تل_أبيب #Khamenei #خامنئي pic.twitter.com/SvMS7fzKlD
Heman rojê bi mûşek êrişî navçeya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê hatin kirin.
Qaymeqamê Koyeyê Tariq Heyderî ji Rûdawê re got, "Êriş demjimêr 08:10ê êvarê hat kirin, her du mûşek li asmanê Koyeyê hatin teqandin."
Êvara 1ê Adarê baregeha Firqeya 11an a Hêzên Pêşmerge li nêzîkî nahiyeya Dêgeleyê bi droneke bombekirî rastî êrişê hat.
Wezareta Pêşmerge ragihand ku ew êriş "kiryareke têkderane" bûye û hewlek e ji bo aloztirina rewşa navçeyê û derxistina tevliheviyê.
#VÎDEO - Li nêzikî komelgeha Pîrzînê ya Hewlêrê dronek hat xistin pic.twitter.com/8I5NEB5eAT
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 2, 2026
Roja sêyem a şer
Roja sêyem a şer her di berê sibehê de şêniyên navenda bajarê Hewlêrê bi dengê teqîna bilind ji xew şiyar bûn.
2yê Adarê Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku bi rêya sê dronan baregeha Amerîkayê ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê kirine armanc.
Li gorî vîdeoyên ku ji Rûdawê re hatine şandin, dron li asmanan ji aliyê sîstema parastinê ya hêzên Amerîkayê ve hatine têkbirin.
Her wiha nêzîkî demjimêr 08:00ê şeva borî, careke din bi dronan êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hat kirin.
#VÎDEO Dîmenê beriya demeke kurt ê derdora Balafirgeha Hewlêrê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 1, 2026
🔴 Di dîmenan de xuya dibe ku parçeyên droneyê li erdê dikevin#Israel #Iran #Tahran #Trump #طهران #تل_أبيب pic.twitter.com/hoSfON6a7L
Roja çarem a şer
Di roja çarem a şer de, berê sibehê du caran bi dronan êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hat kirin û sîstema parastina asmanî bersiva êrişê da.
Her îro nêzîkî demjimêr 09:00ê sibehê, bi dron û mûşekan êrişî Kampa Azadiyê ya Koyeyê hat kirin ku ji bo malbatên Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) hatiye avakirin.
Qaymeqamê Koyeyê Tariq Heyderî ji Rûdawê re got, "Di êrişê de sê dron hatine bikaranîn û di encamê de kesek birîndar bûye û rewşa wî baş e."
Lê belê çavkaniyekê ji Rûdawê re got, "Ji bilî dronan, mûşek jî hatine bikaranîn."
Her îro cara duyem êrişî Kampa Azadiyê ya li Koyeyê hat kirin.
Çavkaniyekê ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji Rûdawê re got, "Êriş bi çend dronan bûye û navenda ragihandinê kiriye armanc lê ji ber ku berê hatibû valakirin ti zerer çênene."
Her wiha nîvroya îro li nêzîkî nahiyeya Behirkeyê ya Hewlêrê du dron hatin xistin û dûmaneke mezin ji wan bilind bû.
Yekem êriş li Dihokê
Di roja çaremîn şer de êrişan parêzgeha Dihokê jî girt û kampeke koçberan bû armanc.
Nîvroya îro çavkaniyekê ji kampa Bacî Kendalê ji Rûdawê re ragihand, ji ber ketina çend parçeyên mûşekekê keçek birîndar bûye.
Çavkaniyê amaje bi wê yekê kir, lêkolîna hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê didome û hîn bi fermî nehatiye ragihandin ku ew mûşek ji kîjan alî ve hatine avêtin û çavkaniya wan kû der e.
Parêzgarê Hewlêrê: Hemû êriş hatin têkbirin
Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw îro ya Rûdawê re got, "Heta niha zêdetirî 90 dron û mûşekan avêtinê parêzgeha me."
Li gorî gotina Parêzgarê Hewlêrê, sîstemeke parastînê hatiye danîn û hemû êriş pûç kirine berî ku bigihin armanca xwe ya li erdê.
Kî êrişî Hewlêrê dike?
Ji bilî Supaya Pasdaran, komeke çekdar a Şîe jî ya bi navê "Ewliya Dem"ê beşek ji êrişan girtine ser xwe.
Wê komê heta niha berpirsyariya 5 êrişan girtiye ser xwe ku li gorî gotina wan yek ji wan êrişan bi mûşeka "Qari" kirine.
Bandora êrişan û qutbûna karebayê û rawestandina xwendinê
Bêyî ku Herêma Kurdistanê bibe beşek ji şer, ji roja yekem a şerê wan sê welatan ve, ji ber metirsiyan neçar ma xwendinê li dibistan, zanîngeh û peymangehan bi fermî rawestîne.
Wezaretên Perwerde û Xwendina Bilind ên Herêma Kurdistanê 28ê Sibatê di daxuyaniyeke hevpar de ragihand:
"Ji bo berjewendiya giştî û parastina selametiya mamoste, şagirt û xwendekaran, heta 4ê Adarê li hemû navendên xwendinê yên Wezareta Perwerdeyê û Wezareta Xwendina Bilind ên fermî, nefermî, taybet û navneteweyî bêhnvedan e."
Wezaretên Elektrîk û Çavkaniyên Xwezayî yên Herêma Kurdistanê heman roja destpêkirina şer, di daxuyaniyeke hevpar de ragihand:
"Ji ber şer kompanyaya Dana Gasê hinartina gaza xwezayî li stasyonên hilberîna elektrîkê rawestand, ji ber vê yekê şiyana hilberîna elektrîkê bi qasî 2500-3000 megawatt kêm dibe."
Endazyarekî ji Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got:
"Elektrîka niştimanî heta 1400 megawattan kêm bûye, ji ber vê yekê dana demjimêrên elektrîkê yek heta pênc demjimêran kêm bûye."
Her ji ber bandorên şer, deriyên sînorî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de piraniya wan hatine girtin, yên ku vekirî ne jî tenê rê didin wan kesên ku pasaporta Îranî bi wan re ye vegerin Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.
Îran: Em berjewendiyên Amerîkayê yên li welatan dikin armanc
Amerîka û Îsraîlê Îran kiriye armanc, Îranê jî ragihandiye ku ew dê li wan baregehên Amerîkayê bixin ku li Rojhilata Navîn in, di wê çarçoveyê de hinek welatên Ereban û Herêma Kurdistanê kirine armanc.
Çend caran berpirsên Îranî bi fermî ragihandiye ku "baregehên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistana Îraqê" bûne armanc.
Nûnerê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî Emîr Seîd Îrevanî, şeva borî ji Rûdawê re ragihand:
"Em êrişî berjewendiyên welatên cîran nakin, em parastina xwe dikin.
Em ew dezgeh, baregeh û keresteyên Amerîkayê dikin armanc ku li wan welatan in û li derveyî kontrola welatên mêhvan in."
Dilgiraniya Herêma Kurdistanê digihînin Tehranê
Li gorî zanyariyên Rûdawê, doh şandeyeke Herêma Kurdistanê li Hewlêrê Konsulxaneya Îranê ziyaret kiriye û bi berpirsên konsulxaneyê re civiya ye.
Rûdawê zaniye ku şandeya Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe ya li hemberî berdewamiya êrişên li dijî Hewlêr û derdora wê gihandiye berpirsên Îranî da ku bigihînin Tehranê û êrişên li dijî Hewlêr û Herêma Kurdistanê rawestînin.