6 parêzgehên din wek herêmên karesatê hatin ragihandin
Hewlêr (Rûdaw) - 6 parêzgehên din ên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji ber zerer û ziyanên erdhejên 6ê Sibatê wek herêmên karesatê hatin ragihandin.
Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) roja Dûşemê 3ê Nîsana 2023an bi daxuyaniyekê ragihand ku parêzgehên Mêrdîn, Êlih, Çewlig û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Nîgde û Kayserî yên Tirkiyê ji ber zererên ku di erdhejên 6ê Sibatê de gihiştiye wan wek herêmên karesatê hatine ragihandin.
Rêveberiya navborî di daxuyaniya xwe de dibêje “Piştî erhejên 6ê Sibata 2023an, li ser wan wêrankarî û canjidestanan, 11 parêzgehên me û navçeya Gurun a Sêwazê weke Herêmên Karesata Bi Bandor a Li Ser Jiyana Giştî hatin qebûlkirin. Wan erdhejan ji bilî 11 parêzgehan bandor li hinek parêzgehên me yên din jî kiriye û di encama karûxebatên destnîşankirina zereran de, hatiye detnîşankirin li hinek avahiyên li cihên niştecihbûnê yên li parêzgehên, Çewlig, Kayserî, Mêrdîn, Dêrsim, Nîgde û Êlihê jî zererên giran, navendî yan jî kêm hene. Ji ber vê yekê ew avahiyên li cihên niştecihbûnê yên li parêzgehên navborî jî wek Herêmên Karesata Bi Bandor a Li Ser Jiyana Giştî hatin qebûlkirin.”
Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 pileyê Rîxter 11 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejandin.
Navendên herdu erdhejan li navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn û li gor amarên fermî ji ber erdhejên 6ê Sibata 2023an li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê zêdeyî 50 hezar kesan canê dest dane û zêdeyî 107 kes jî birîndar bûne.
Wan erdhejan ne tenê li 11 parêzgehan herwiha li gelek parêzgehên derdora wan jî zerer û ziyan gihandibûn avahiyan û welatiyan daxwaz dikirin ku ew parêzgeh jî wek heremên karesatê bên ragihandin.