28 Photos
Li Hewlêrê dikandar û karkeran bi şêweyekî cuda pêşwaziya meha Remezanê kirin û dikanên xwe xemilandin.
Bi boneya hatina meha Remezanê kolan, cade û bazarên Hewlêrê bi çirayên rengîn û tabloyên ronahiyê hatin xemilandin.
Furat Xelîl Akrayî ku zêdetir ji 17 salane karê dîzaynkirinê dike ji Rûdawê re ragihand ku piraniya sembol, ronahî û dîzaynên ji bo Remezanê ew dike û got "Di meha Remezanê de xwediyên xwaringeh û dikandar gelek girîngiyê bi ronîkirinê re didin.”
Wek hercar hevwelatîyên Hewlêrê bi germî pêşwazîya boneyên oldarî dikin û bi taybetî jî meha Remezanê.
Wêne: Bilind Tahîr / Rûdaw