Akin Gurlek: Pêwîstiya Amedê ne bi pevçûnan, bi xizmetê heye
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek diyar kir ku pêwîstiya Amedê ne bi pevçûnan, bi xizmetê heye.
Akin Gurlk îro Ameda Bakurê Kurdistanê ziyaret kir û di konferansa rojnamegeriyê de axivî.
Gurlek li gel Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu civiya.
Wezîrê Tirkiyeyê piştî civînê ragihand ku Amed niha di nava 40 salên borî de di serdema xwe ya herî aram de ye.
"Heyvanê Amedê biratî û yekîtî ye"
Wezîrê Dadê bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got, "Hedefa ‘Tirkiyeya Bêteror’ nîşaneya biryardariyeke bihêz e ku li hemberî wê hişmendiyê hatî nîşandan a ku potansiyela vî bajarî bi pevçûnan xera dikir.
Em ji bo rawestandina rondikên dayikan û rakirina terorê li vir in. Em dizanin ku heyvanê Amedê ne êş û rondik in; yekîtî, bawerî û biratî ye."
Akin Gurlek her wiha tekez kir ku ew dê piştgiriya vê pêvajoya ku bi sebir bi pêş ve diçe bidomînin da ku rê li ber fîtnê û xefikan were girtin.
Reformên di sîstema edaletê de
Wezîrê Dadê ragihand ku ew hewl didin sîstema edaletê xurttir bikin da ku welatî bi hêsanî bigihin edaletê.
Akin Gurlek di berdewamiyê jî de got, "Aşitiya mayînde tenê bi avakirina edaletê li ser bingehên saxlem mimkin e.
Em dê reformên pêwîst di bin sîwana parlamentoyê de cîbicî bikin da ku sîstemeke dadrêsî ya şefaf û biemniyet were avakirin."
Gurlek her wiha destnîşan kir ku dewlet êdî rê nade "hiqûqa yên serdest" û ew dixwazin baweriya welatiyan a ji bo dewletê xurttir bikin.