Heta niha bi 614 mûşek û dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara mûşek û dronên ku ber bi Herêma Kurdistanê hatine avêtin ji 600î derbas bû.

Ji destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê ango ji 28ê Sibatê ve, Herêma Kurdistanê bi dron û mûşekan tê bombebarankirin.

Li gorî lêkolînên Rûdawê, hejmara wan mûşek û dronên ku li herêmên cuda ketine, ji 600î derbas bûye.

Heta aniha bi giştî 614 mûşek û dron li Herêma Kurdistanê ketine.

Di encama van êrişan de 14 kesan canê xwe ji dest daye û 93 kes jî birîndar bûne.

Dabeşbûna êrişan li gorî parêzgehan

Hewlêr: 484 dron û mûşek.

Silêmanî: 103 dron û mûşek.

Dihok: 25 dron û mûşek.

Helebce: 2 dron.

Êrişên dawî

Berpirsekî ewlehiyê ji Rûdawê re got, "Ji şeva borî ve heta berê sibehê îro, bi 25 dronan êrişî Hewlêrê hatiye kirin.

Piraniya van êrişan li dijî navenda bajarê Hewlêrê bûn."

Beşek ji bermahiyên dronên li Hewlêrê ketine xwarê zererên madî gihandin welatiyan.

Çavkaniyên ewlehiyê hîn li ser zererên canî daxuyanî nedaye.

Li gorî agahiyan, saet 00:40î li nêzîkî Dolî Melekan a li Soranê jî 3 tişt hatin xistin û hîn ne diyar e bê ka ew mûşek in yan dron in lê ew berî bigihin hedefên xwe li asman hatine teqandin.

Şeva borî li herêma Herîrê jî êrişek pêk hat.

Ji destpêka şer ve di encama êrişan de 14 kesan canê xwe ji dest daye:

  • 6 Pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yekê (li sînorê Xelîfanê).
  • Karmendekî Asayîşê (li balafirgehê).
  • 6 Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê.
  • Leşkerekî Fransayê

Ji 93 birîndaran 18 kes sivîl in. Di nav birîndaran de xwendekar, polîs, xebatkarên kargoyê û penaberên li kampan hene.

Hefteya borî 5 ciwan jî li Hewlêrê birîndar bûbûn.

Deverên ku hatine bombebarankirin

Hewlêr: Dolî Melekan, Herîr, Kanî Qirjale, Balîsan, Xebat, Spîlk, Mela Qere, Kesnezan, Pîrzîn, Gezne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, balafirgeh, Soran û baregehên Pêşmergeyan.

Silêmanî: Navenda bajêr, Girê Rîayeyê, Mêrgepan, Qalawe, Taxa Beranan, Sûrdaş, Kifrî, Taslûce û Çiyayê Zimnakoyê.

Dihok û Helebce: Qada Petrolê ya Sersingê, Akrê, Bicîl, Berdereş, Maltayê, Qada Petrolê ya Çemankê û derdora Amêdiyê.

Her wiha Çiyayê Şinrûyê yê li Helebceyê jî hatiye bombebarankirin.