Redkarên Wîcdanî li Amedê kom dibin

Hewlêr (Rûdaw) – Redkarên Wîcdanî ji bo ku dengê xwe bikin yek û bêjin 'Ji leşkeriya bi darê zorê re na', li Amedê kom dibin.

Di 17'ê gulanê de li Amedê Hevdîtina Redkarên Wîcdanî tê lidarxistin. Çalakvanê Redkariya Wîcdanî Xelîl Savda pirsên Rûdawê yên der barê mijarê de bersivand. Savda, da zanîn ku di aliyê zagonan de li Tirkiyê tiştek nehatiye guhertin û wiha got: "Hê jî me davêjin zîndanên leşkerî û derdixin dadgehên leşkerî. Gelek mafên me jî tên binpêkirin. Di 17'ê Gulanê de li ser Roja Redkariya Wîcdanî wê li Amedê civînek me çêbibe. Li Stenbolê jî em hevdîtinek wiha li dar dixin."

 

Savda destnîşan kir ku li Tirkiyê ev 30 sal in şerek heye û hemû zagonên Tirkiyê ji aliyê leşkeran ve hatine çêkirin. Savda diyar kir ku ev zagonên leşkerî ne, bi biryara gel nehatine çêkirin û wiha pê de çû: "Sîstema mîlîtarîst li her derê heye û bandora xwe berdewam dikin." Savda, armanca hevdîtinê bi van gotinan anî ziman: "Em ê careke din bang li Hikûmetê bikin ku mafê redkariya wîcdanî qebûl bikin. Em ê bêjin zagona 318'an a Sarkirina Xelkê ya ji Leşkeriyê, bila bê rakirin. Emê komela redkariya wîcdanî jî di vê hevdîtinê de ji rayagiştî re eşkere bikin. Li Tirkiyê ev demek e ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên aştiyane, xebat tên kirin. Em hevalên wan kesan in ku vî karî dimeşînin. Hikûmet jî bimeşîne, PKK jî bimeşîne, em piştgiriyê didin. "

 

'Xala 318'an bila bê rakirin'

 

Savda ku ew bi xwe jî mexdûrê zagona 318'an e, demeke dirêj di zîndana leşkerî de ma, der barê dozên din ên der barê redkarên wîcdanî de hatine vekirin de wiha got: "'Dozek der barê min de ku ji ber sarkirina ji leşkeriyê hatiye vekirin, li Dadgeha Bilind hat xirabkirin. Der barê malpera me ya www.savaskarsitlari.org de jî doz bi heman hincetê hatiye vekirin. Di tîrmehê de doza me heye."

Savda, ragihand ku kesên wê beşdarî hevdîtinê bibin, hêj baş ne diyar in û ev tişt gotin: "Me bang li komeleyên li Amedê kiriye. Di aliyê navnetewî de kes tevlî civînê nabe. Lê ji Tirkiyê, cihên wekî Enqere, Stenbol panelîst dê bên."