Daristanên Berrû yên parêzgeha Îlamê tên zindîkirin

 

Îlam (Rûdaw) – Navenda Parastina Daristan û Kewşenan a Îranê ragihand, darên Berrû yên parêzgeha Îlamê ku ber bi hişkbûnê ve diçin dê di nav 5 salan de dîsa werin zindîkirin û rizgarkirin.

 

Ev çend sal in daristanên Berrû yên parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê hişk dibin ku heta niha zêdetirî 1 milyon hiktar daristanên devera Zagrosê zirar dîtine.

 

Rêveberê navenda parastina daristan û kewşenên Îranê Xodakerem Celalî, ragihand ku li gorî lêkolînên ku ji aliyê pisporên îranî û biyanî ve hatine encamdan, ev bûyer tenê li Îranê çênabin ji ber ku li hinek welatên cîhanê jî ev bûyer çêdibe.

 

Celalî diyar kir ku bo rizgarkirina daristanên Berrû û zindîkirina daran dê du qonax bên cîbicîkirin: ya yekê paqijkirin û perwerandin û ya din jî zindîkirina deverên ku zirar dîtine.

 

Rêveberê navenda parastina daristan û kewşenên Îranê da zanîn ku di çarçoveya vê yekê de li derdora çiyayên Zagrosê de ew darên ku hişk bûne hatine komkirin her wiha darên ku piçekî hişk bûne hatine zindîkirin.

 

Li gorî Celalî, ev pilan dê heta 5 salan bidome û li gorî vê pilanê dê darên Berrû yên Zagrosê bên zindîkirin.