Kurdekî êzidî: Ji bo parastina namûs û kerameta xwe bûne misliman

Duhok (Rûdaw) – Roja 29ê Nîsana 2017ê, Hêzên Pêşmerge ji bejahiyê ve, hêzên hevpeymaniya navdewletî jî ji esmanan ve operasyonek pêk anîn û karîn li bajarokê Beacê ya ser sînorê Sûriye û Iraqê, 36 kurdên êzidî ji destê DAIŞê rizgar bikin.

 

Ew 36 kurdên êzidî yên hatine rizgarkirin, anîne Duhokê. Zilam xwedî rihên dirêj, jin jî di nav çarşefên reş de bûn, ku DAIŞê bi zorê ev yek liser wan de sepandibû. Wan ligel xwe de çendîn çîrokên trajîk jî anîbû.  

 

Koma ji destê çekdarên DAIŞê hatibû rizgarkirin, anîne otêleke Duhokê û dema ji Rûdawê re diaxiviyan tirsa liser çavê wan bi ronî diyar dibû.

 

Xatê pora keça xwe qusandiye

 

Xatê jinekê 45 salî ye. Hê jî zarokên xwe yên sewa ji bin çengê xw dûr naxe. Xatê wiha behsa çîroka revandina xwe û malbata xwe dike:

 

“Ew roja DAIŞ hate Şingalê (3ê Tebaxa 2014) em berbi Çiyayê Şingalê ve reviyan. Paşî erebekê Şingalê telefona me kir û got, ku werin û DAIŞ xwe tevlî we nake. Em vegeriytan û wan jî em girtin. Em birin dibistanê, jin û zilam ji hev cuda kirin. Jin û zarok birin Tileferê.”

 

Xatê dibêje, dema ew di bin destê DAIŞê de bûne 8 caran cihê wan hatiye guhertin. Paşî ligel 6 zarokên wê ew birine bajarê Reqa ya Sûriyê û dane DAIŞiyekî bi rêgez Erebîstanî:

 

“Ez û 6 zarokên xwe di mala wî DAIŞiyê Erebîstanî diman. Wî her 3 keçên min liser navê xwe tomar kirin. Paşî ew çekdar hate kuştin. Jina wî ji me re got, herin ez liser navê zilamê xwe we azad dikim. Em jî bi rêya kesekî ji Reqayê vegeriyane Beacê.”

 

Temenê keça mezin a Xatê 9 salî ye. Xatê diyar dike, ku çekdarên DAIŞê çav berdabûna keça wê û wiha pêda diçe:

 

“Rojekê çekdarekî DAIŞê hate cem me. Temaşeyê keça min a 9 salî dikir. Got ev gelek ciwan e. Lê ez niha bi lkez im û ezê paşî werim û bibim. Beriya ew çekdar were min pora keça xwe birî. Min rûwê yê neşirîn kir û cilên nexweş xistine berde. Min ji keça xwe re got, eger ew zilam hat xwe dîn bike. Piştî 3 rojan hat lê keça min nas nekir.”

 

Xatê ligel 6 zarokên xwe di vê operasyonê de hatine rizgarkirin. Lê hê jî çarenivîsa hevjînê wê ne diyar e û dibêje; “Roja yekemîn hevjînê min ji me veqetandin. Ez derbarê çarenivîsa wî de ti tiştan nizanim.”

 

Ji tirsa mirinê bûye misliman

 

Ji 36 kesên hatine rizgarkirin, 26 jê zarok bûn. Herwiha 5 ji wan jin û 5 jî zilam bûn.

 

Ehmed yek ji wan zilaman bû, ku ligel malbata xwe hate rizgarkirin. Ew çîroka bi zîndîmayina xwe wiha rave dike:

 

“Dema em ketin destê wan, ji me xwestin em bibin misliman. Ez jî ji bo parastina namûs û kerameta xwe bûme misliman. Paşî em birin Beacê û li wir em weke pale dane karkirin.”

 

Bi gotina Ehmed, ew kurdên êzidî yên bûne misliman jî di bin çavdêriyeke tund de bûne, hemû erkên ayînî jî bi wan dane kirin:

 

“Divêya herçar ferzên nimêjê herin mizgeftê. Ewên nedibûne misliman jiyana wan ne parastî bû.”

 

Ehmed dibêje, ew ligel komeke kurdên êzidî, piştî komkujiya gundê Koçoyê jî li wir bûne û wiha behsa wê yekê dike:

 

“DAIŞê li gundê Koço 400 kes kuşt. Bêhna terman liser gund belav bibû hefteyekê me nekarî nan bixwin.”

 

Rizgarbûyê destê DAIŞê kiryarên çekdaran ên li dijî jin û keçên kurdên êzidî jî jibîr nake û dibêje; “Xaniyek li kêleka xaniyê me ve hebû. 8 keçên êzidî danîbûne wê derê. Her şev çekdarên DAIŞê dihatin ew dibirin û paşî bi roj dianîn. me dizanî ku destdirêjiya wan dikin.”

 

Ehmed dide zanîn, ku DAIŞê zarokên kurdên êzidî jî weke çekdar perwerde kirine û ew birine şer. Herwiha derbarê rewşa DAIŞiyan de diyar dike; “Piştî operasyona Mûsilê morale wan pir xirabibû. Piraniya wan jin û zarokên xwe revandine Sûriye û Tirkiyê. Erebên herêmê piranî çekên xwe danîn. Niha zêdetir çekdarên biyanî li Mûsilê mane.”

 

Li gorî gotina Ehmed jiyana rojane ya di bin destê DAIŞê de gelek xirab bûye; “Xelkê bi zorê xwarin peyda dikir. Her meh tenê serê neferê 2 kîlo ard didan. Ew jî qaşo zekat bû.”