Fazil Mîranî: Berpirsatiyan tenê dixin stûyê PDKê

Silêmanî (Rûdaw) - Sekreterê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Fazil Mîranî dibêje, hemû partiyên Başûrê Kurdistanê berpirsatiyan tenê dixin ser stûyê PDKê û xwe ji berpirsatiyên xwe vedişêrin.

 

Sekreterê Polîtboruya PDK, Fazil Mîranî ku bi mebesta beşdarbûn di kempîna PDKê ya ji bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê de serdana Silêmaniyê kiriye, doh Çarşemî 2ê Gulana 2018an di semînarekê de li Silêmanyê ragihand, her di destpêkê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeteke tewafuqî bûye û gelek partî û pêkhate têde beşdar bûne.

 

Mîranî diyar kir, hikûmet tenê ya partiyekê nîne û tekez kir, ku hemû ew partî û aliyên ku di hikûmetê de beşdar bûn, hemû berpirsatiyan tenê dixin stûyê partiyê û xwe ji berpirsatiyan vedişêrin.

 

Sekreterê Polîtboruya PDK da xuyakirin, ku partî û aliyên din ên ku di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de beşdar in, di destkevtan de şirîkin û di kêmasiyan de jî xwe didin alî.

 

Fazil Mîranî da zanîn, ew di vê baweriyê de ye ku eger hikûmet bi tenê di destê PDKê de be, wê demê dê hikûmet  bi awayekê baştir birêve biçe.