EFRÎN - Tenê 90 malbat vegeriyane gundê Qude
Hewlêr (Rûdaw) – Gundê Qude yê ser bi devera Raco ya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku şervanên YPGê li wî gundî helîkoptereke Artêşa Tirkiyê xistibûn xwarê. Piştî zêdetirî 2 mehan ji kontrolkirina gund ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve, niha tenê nêzîkî 90 malbatên Kurd vegeriyane ser malên xwe. Çekdarên opozisyona Sûriyê jiyana rojane ya gundiyan asteng dikin û rê nadin wan ku biçin nav dar û zeviyên xwe.
Roja 10ê Sibata 2018an li gundê Qude hinek dîmen hatibûn kişandin ku di wan dîmenan de xuya dikir, şervanên Kurd helîkoptereke artêşa Tirkiyê ji curê Kobra xistine xwarê.
Piştî wê bûyerê bi 8 rojan, hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên bi ser Tirkiyê ve çûne nav gundê Qude ku yek ji gundên mezin ên herêma Efrînê ye.
Piştî derbasbûna nêzî bêhtirî du mehan di ser kontrolkirina gundê Qude re, heta niha bêhtirî nîvê nişteciyên gund derbider mane. Gundiyên ku vegeriyane ser malên xwe jî, di jêr fişar û astengiyên çekdarên opozisyona Sûriyê de ne.
Çekdarên ser bi Tirkiyê ve car caran diçine nav gund û rê nadin gundiyan ku herin nav zeviyên xwe.
Gundê Qude ser bi devera Raco ya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ve ye, 7 kîlometre ji Raco û nêzî 30 kîlometre ji Efrînê dûr e.
Qude ji bêhtirî 200 malî pêk tê û hejmara nişteciyên wî 1794 kes in, li gorî gundiyan, gundê Qude ji nêzî 500 salan ve avakirî ye û berdewam e, roja 18ê sibatê gundê Qude ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hat kontrolkirin.
Niha grûpên çekdar li nav gund tune ne û tenê li derûdora gund cih girtine, li gorî gundiyan, binkeyeke serbazî li ser çiyayê Dîzaqê nêzîkî Qude tê çêkirin. Di encama şer û topbarankirinê de hejmarek mezin ji malên gund wêran bûne. Nêzî 90 malbatên gundî vegeriyane ser malên xwe û ereb lê nehatine niştecîkirin.