DAIŞê li Gulale êrişî hêzên Iraqê kir: 2 kuştî
Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê şeva bihorî li sînorê bajarokê Gulale (Celewla) êrişî xaleke leşkerî ya hêzên Iraqê kirin û di encamê de 2 polîsên federalî yên Iraqê hatin kuştin.
Li gorî zanyariyan, çekdarên DAIŞê şeva bihorî di demjimêr 11:30an de li sînorê Wadî Ewsec a ser bi bajarokê Gulaleyê êriş birine ser hêzên hikûmeta navendiya Iraqê.
Rêveberê Asayişa Bajarokê Koksî ya Kirfî, Raîd Simko Elî ji Rûdawê re ragihand, çekdarên DAIŞê li navçeya Wadî Ewsec a li rojavayê bajarokê Gulale ya ser bi navçeya Xaneqînê ve hawinek avêtine xaleke leşkerî ya taybet bi polîsê federalî yê Iraqê û piştre jî êrişî wê xala leşkerî kirine.
Simko Elî got, di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên iraqî de şerekî tund çê dibe û di encamê de 2 polîsên federalî yên Iraqê hatine kuştin û 7 polîsên din jî birîndar bûne.
Bi gotina Simko Elî, êrişa çekdarên DAIŞê bo ser wê xala leşkerî ya Iraqê ji du milan û ji aliyê rojavayê Gulaleyê ve bûye. Çekdaran herwiha êrişî ser xala leşkerî ya li ser pira sereke ya Gulaleyê kirine, lê belê zirarên wê êrişê nehatine zanîn.
Çavkaniyekê ji Nexweşxaneya Hawarçûna Gulale ji Rûdawê re ragihand, du term û heft birîndar gihandine nexweşxaneyê, ku hemû ew birîndar ser bi hêzên polîsên federalî yên Iraqê ne. Li gorî gotina vê çavkaniyê, birîndar ji ber saçmeyên hawinê û fîşekan birîndar bûne, her du kesên kuştî jî fîşek li singe wan ketine.
Muqedem Egmed Mistefa ji istixbarata hêzên Lîwaya 3 a Bejayî jî ji Rûdawê re ragihand, çekdarên DAIŞê bi beleman ji Tibcê ve derbasî pişt Gulaleyê bûne û ji wê derê ve jî çûne navçeya Wadî Ewsec û li wê derê êrişî ser hêzên polîsên federalî yên Iraqê kirine.
Ehmed Mistefa dibêje, niha ti hêz li sînorên Tibic û Pira Helwan li devera Selab nîne, ew yek jî bûye sedem ku çekdarên DAIŞê bi hêsanî ji wê derê ve hatibnûçûbê bikin.
Roja 11-08-2014ê bajarokê Gulaleyê bi temamî kete dest DAIŞê. DAIŞ ji ber ku piştrast bû ji wê yekê ku êdî temenê kurdan li Gulale dê kurt be, piraniya mal û avahiyên bajêr bomberêj kir, bi wê yekê jî wêrane li pişt bi cih hişt.
Di meha 11an a 2014ê de, piştî şerekî giran, ew bajarok cardin kete jêr desthilata pêşmerge, lê belê piraniya vî bajarokî wêran bû.