Nîmet Degîş piştî 30 salan azad bû, piştî salekê vegeriya girtîgehê

03-05-2025
RÛDAW
Nîşan Nîmet Degîş Girtîgeha Amedê Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Welatiyê bi navê Nîmet Degîş ê ku 30 sal û 8 mehan di girtîgehê de mabû bi hinceta “zerer daye kamerayên dewletê” dîsa hat girtin.

Nîmet Degîş piştî 30 sal û 8 mehan Adara 2023yan ji Girtîgeha Tîpa S a Kirşehirê hatibû berdan.

Li gorî nûçeya MAyê Degîş bi hinceta ku 9 meh cezayê wî yê girtîgehê heye dubare hat girtin û sewqî Girtîgeha Amedê hat kirin.

Li gorî nûçeyê dema ku Degîş li Girtîgeha Boluyê bûye ew û çend hevalên wî bi hinceta ku zerer daye kameraya û bi îdiaya “zerer daye malê dewletê” 9 meh cezayê girtîgehê li wan hat birîn.

Piştî ku ceza hat pesendkirin, Degîş careke din hat girtin.

Hat zanîn Nîmet Degîş bi nexweşiyên wekî farenjît, guwatir, fitik, gurçik, mîde, prostate jî ketiye.  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst