QERS – Ji ber ba û bahozê banên xaniyan firiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sarîqamîşê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ji ber ba û bahozê banên 13 xaniyan firiyan.

Her wiha li heman navçeyê ji ber sermayê camên otomobîlan cemed girt.

Li navçeya Sarîqamîşê ji ber ba û babelîskê li sê gundan banên 13 xaniyan firiyan.

 AFAD, cendirme, Aras EDAŞ û tîmên tenduristiyê çûn wan gundan û dest bi xebatên tesbîtkirina zerer û ziyanê kir.

Camên otomobîlan cemed girt

Ji aliyê din ve li navçeyê baran û teyrok bariyan û serma çêbû.

Ji ber sermayê camên otomobîlan cemed girt.

Xelkê cemeda li ser camên otomobîlên paqij kir.

Niştecihê navçeyê Ahmet Turut diyar kir ku li Sarîqamîşê hewa hîn jî sar e û got ku ji ber sermayê camên otomobîlan cemed girtiye.