Mezlûm Ebdî: Keda Onder di dil û bîra gelan de cihê xwe girt
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji ber wefata Sirri Sureya Onder sersaxî ji malbat û hezkiriyên wî re xwest û got, “Ked û xebata wî ji bo aşîtiyê di dil û bîra gelan de cihê xwe girt.”
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî di peyamekê de xemgîniya xwe ji bo koça dawî ya Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder nîşan da.
Mezlûm Ebdî di peyama xwe ya Xê diyar kir ku wî xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya Sirri Sureyya Onder bihîstiye û got:
“Ked û xebata siyasetmedar û endamê Heyeta Îmraliyê ji bo aşîtî, çareserî û jiyana hevpar di dil û bîra gelan de cihê xwe girt.
Em ji malbat, hevalên wî, Dem-partî û aştîxwazan re sersaxiyê dixwazin.”
Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ku lê dihat dermankirin piştî 18 rojan wefat kir.
Bi xemgîniyeke mezin me nûçeya koça dawî ya birêz Sırrı Süreyya Önder, siyasetmedar û endamê delegeya Îmraliyê wergirt. Ked û xebata wî ji bo aşîtî, çareserî û jiyana hevpar di dil û bîra gelan de cihê xwe girt. Em ji malbat, hevalên wî, Dem-partî û aştîxwazan re sersaxiyê…
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) May 3, 2025