Asayîşê nasnameyên 9 şervanan eşkere kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) nasnameyên 9 şervanên xwe eşkere kirin ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê canê xwe ji dest dabûye.

Asayîşê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 9 şervanên wan di dema parastina xelkê xwe û taxên xwe de mînakên herî mezin ên qehremaniyê nîşan dane.

Di daxuyaniyê de hat ragihand ku şervana heta xuleka dawî li ber xwe daye û ji bo azadî û rûmetê canê xwe feda kiriye.

Fermandariya Giştî ya Asayîşê sersaxî malbatên şervanan û gelê Kurd re xwest û soza şopandina rêya wan ducare kir.

Agahiyên li ser nasnameyên şervanan wiha ne:

Nasnav: Ebûde Efrîn
Nav û Paşnav: Ebdulrehman Îsa
Navê Dayîkê: Zeyneb
Navê Bav: Nîdal
Cih û dema şehadetê: Heleb - Berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê - Kanûna Paşîn

Nasnav: Çiya Efrîn
Nav û Paşnav: Lûey Ebwênî
Navê Dayîkê: Menal
Navê Bav: Ehmed
Cih û dema şehadetê: Heleb - 11ê Kanûna Paşîn

Nasnav: Rohat
Nav û Paşnav: Mihemed Elî Hesen
Navê Dayîkê: Sebîhe
Navê Bav: Şerîf
Cih û dema şehadetê: Heleb - Şêx Meqsûd - 9ê Kanûna Paşîn

Nasnav: Bîrhat Heleb
Nav û Paşnav: Mehmûd Reşîd
Navê Dayîkê: Mewlûde
Navê Bav: Elî
Cih û dema şehadetê: Heleb - Şêx Meqsûd - 8ê Kanûna Paşîn

Nasnav: Demhat Xebat
Nav û Paşnav: Mehmûd Horîk
Navê Dayîkê: Wefa
Navê Bav: Mihemed
Cih û dema şehadetê: Heleb - Şêx Meqsûd - 11ê Kanûna Paşîn

Nasnav: Ferhad
Nav û Paşnav: Mesûd Ebdo
Navê Dayîkê: Zeyneb
Navê Bav: Fayiq
Cih û dema şehadetê: Heleb - Berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê - Kanûna Paşîn

Nasnav: Bakur Meydanî
Nav û Paşnav: Munzûr Silêman
Navê Dayîkê: Binefş
Navê Bav: Mistefa
Cih û dema şehadetê: Heleb - Şêx Meqsûd - Kanûna Paşîn

Nasnav: Mazlum Dogan
Nav û Paşnav: Nebî Hemûş
Navê Dayîkê: Zeyneb
Navê Bav: Mistefa
Cih û dema şehadetê: Heleb - Şêx Meqsûd - 8ê Kanûna Paşîn

Nasnav: Rêdûr Eqîl
Nav û Paşnav: Mistefa Eqîl
Navê Dayîkê: Fewze
Navê Bav: Elî
Cih û dema şehadetê: Heleb - Berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê - Kanûna Paşîn