1500 malbatên Erebên hawirde ji Efrînê vedigerin Dêrezorê

Hewlêr (Rûdaw) - Hezar û 500 malbatên Erebên hawirde dê ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê vedigerin Dêrezorê.

Parêzgarê Dêrezorê û berpirsê herêma Efrînê Xêro Dawûd, li gel nûnerên Erebên hawirde yên li Efrînê dimînin civiyan.

Armanca civînê ew bû ku vegera malbatên hawirde ya ji bo parêzgeha Dêrezorê were gotûbêjkirin.

Di nava mehekê de vedigerin

Çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re qala hûrgiliyên vê civînê û plana vegerê kir.

Li gorî agahiyên ku çavkaniya Rûdawê dane, li Efrînê nêzîkî 1500 malbatên Ereb ên ku ji Dêrezorê hatine hawirdekirin hene.

Heman çavkaniyê da zanîn ku ji bo vegera van malbatan planek hatiye amadekirin.

Li gorî planê, dê ev 1500 malbat di nava mehekê de bi karwanan vegerin cih û warên xwe yên li Dêrezorê.

Dê alîkariya darayî were dayîn

Hat eşkerekirin ku hikûmet dê wan malbatan qerebû bike.

Her wiha dê ji bo pêkanîna vê planê piştevaniya darayî bide Erebên hawirde da ku karibin bi hêsanî vegerin.

Guhertina demografiyê û rewşa Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên di bin kontrola wê sala 2018an Efrîna Rojavayê Kurdistanê xistin bin kontrola xwe.

Piştî dagirkirinê bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û neçar man koçber bibin.

Li şûna Kurdan bi sed hezaran Erebên hawirde yên ji parêzgehên wekî Dêrezor, Xûte, Hims û Helebê li Efrînê hatin bicihkirin.

Piştî rûxîna desthilata Beşar Esed pêleke nû ya vegera Kurdan a Efrînê dest pê kir û di heman demê de beşek ji Erebên hawirde jî dest bi valakirina malên Kurdan kir.