MELETÎ - Otobusa rêwiyan qulibî: Gelek mirî û birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mihacirê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê otobuseke rêwiyan qulibî, 4 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, otobuseke rêwiyan a kompanyaya Muş Yolu Turizmê li ser rêya Meletî û Semsûrê li nêzîkî gundê Pulatê ji rê derket û qulibî.
Piştî qezayê li ser agahdarkirinê polîs, cendirme, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Li gorî agahiyên destpêkê, di qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.
#WÊNE - Li Meletiya Bakurê Kurdistanê otobuseke rêwiyan wergeriya
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 3, 2026
🛑 Di vê qezayê de 4 kes mirin û 15 kes birîndar bûn
📸AA pic.twitter.com/Ctg3atqhog