ÎDIR - Mêşên hingiv qira keriyê pez anî, 400 serî pez mirar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê ji ber êrişa mêşên hingiv keriyê pez hevdû pêpez kir û li gorî agahiyên ewil 400 pez mirar bûn.

Bi qasî 4 hezar pez û berxên Çetîn Naral ber bi zozanan ve diçûn.

Keriyê pez dema ji cihê ku 200 kewarên mêşên hingiv lê bûn derbas bû, mêşên hingiv êrişî kerî kir.

Pez û berxên ku ji ber tirsê baz da, ketin valahiya herka avê û wan hevdû pêpez kir.

Li gorî agahiyên pêşî, di bûyerê de 400 pez mirar bûn.

5 kesên ku di dema êrişa mêşên hingiv de birîndar bûn jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.

Cendirmeyan li herêmê tedbîrên ewlehiyê standin.

Îsmaîl Naralê ku di dema bûyerê li herêmê bû wiha got:

"Kerî dê biçûya çiyê. Li vir kete nav kewarên mêşên hingiv. Wekî ku zîpik lê bixe li dora hevdû zivirîne, hevdû pêpez kirine û fetisîne mirar bûne.

Me nizanibû ku dê tiştekî wiha bibe. Mêşên hingiv hebûn, me dît lê em nefikirîn ku dema ew ji vê rêyê herin ev yek dê bibe. Mêşên hingiv lê nexist, ji ber pêpezkirinê wiha bû."