Li 5 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur û lehiyê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Pêleke bihêz a baran û birûskan piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê dixe bin bandora xwe.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê (MGM) ji ber metirsiya lehiyê û zêdebûna leza bayê ji bo çend herêman hişyarî da.

Baran dê bidome

Li gorî pêşbîniyên dawî, îro baran dê li hemû parêzgehên Bakurê Kurdistanê bidome.

Tê pêşbînîkirin ku ev pêla ku ji hefteya borî ve dest pê kiriye, sibe jî bidome.

Saziya Keşnasiyê diyar kir ku dê li parêzgehên Sêrt, Riha, Dîlok, Êlih, Mêrdîn, Amed, Semsûr û Mereşê baraneke gur bibare û birûsk vedin.

Li parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê jî dê baran navber bi navber bibare.

Hişyariya lehiyê hat dayîn

Ji ber barana gur bi taybetî li parêzgehên Riha, Amed, Dîlok, Êlih û Sêrtê hişyariya lehiyê hat dayîn.

Ji bilî baranê, tê payîn ku leza bayê li wan deveran bi awayekî berçav zêde bibe û di demjimêrekê de bigihîje 65 heta 80 kîlometreyan.

Her wiha pileyên germê dê li wan parêzgehên ku dikevin bin bandora pêla baranê de, di navbera 15 û 25 pileyan de bin.