Li Amedê 'Foruma Aştiyê' tê lidarxistin: Statuya Kurdan dê were gotûbêjkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku ew dê di navbera 12 û 16ê Gulanê de "Foruma Aştî û Azadiya Civakî" li dar bixe.
Ji bo vê foruma navneteweyî Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel û Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fethî Yildiz jî hatine vexwendin.
Divê were gotin ku pêvajoya çareseriyê di meha xwe ya 18an de ye, Ameda Bakurê Kurdistanê amadehiya lûtkeyeke mezin a aştiyê dike.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryar da ku ji bo piştgiriya pêvajoya çareseriyê û avakirina civakeke demokratîk forumeke berfireh li dar bixe.
Ev forum dê wekî platformekê be da ku hemû beşên civakê li ser paşeroja pêvajoyê û Tirkiyeyê biaxivin.
"Ev dê bibe hevdîtineke navneteweyî"
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê diyar kir ku ew ji meha Îlonê ve amadehiyên vê forumê dikin û got:
“Ev dê bibe hevdîtineke navneteweyî. Ji cîhana akademîk, siyasî û felsefî û çalakvanên aştiyê yên ji gelek welatan dê kesayetên girîng beşdar bibin.
Di nava 5 rojan de dê zêdetirî 40 atolye û panel werin lidarxistin.
Em dê li ser lihevkirina civakî, destûra nû, statuya Kurdan û zimanê dayîkê gotûbêjên berfireh bikin.
Her wiha em dê li ser egera aştiya li Rojhilata Navîn jî panelên taybet saz bikin.”
"Divê aştî ji jêr ber bi jor ve were avakirin"
Serra Bucakê tekez kir, ji bo ku aştî bibe mayînde divê ji jêr ber bi jor ve were avakirin û wiha pê de çû:
“Armanca me ya bingehîn ew e ku mijara diyalog û aştiyê ne tenê di nava derdorên siyasî û akademîk de bimîne.
Lê bila hemû beşên civakê yên wekî ciwan, jin, astengdar û parêzvanên mafên mirovan jî di nava vê nîqaşê de bin.
Tirkiye her 10 salan carekê rûbirûyî karesat û derbeyan bûye.
Lê niha em dixwazin bi rêyên aştiyane çareseriyekê ji bo Pirsgirêka Kurdan peyda bikin.
Divê gelê me bipirse ka çima zarokên me ji mafên xwe bêpar mane.”
"Em dê nîşan bidin ku aştî pêkan e"
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bangî xwendekarên zanîngeh û dibistanan kir da ku beşdarî atolyeyan bibin û wiha domand:
“Ji bo ku ev forum bibe zemîneke hevbeş, pêwîstiya me bi tevlêbûna gel heye.
Ez bawer im ku em dê 5 rojên tije derbas bikin.
Li vî bajarî, em dê nîşan bidin ku aştî pêkan e û em dê li ser rêyên bihevrejiyanê biaxivin.”